Ebadî li Tehranê li ser referandûmê peyam da

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî bi alîkarê Serokkomarê Îranê Îshak Cîhangîrî re civiya û diyar kir ku heke referandûm were betalkirin ew ê dest bi diyalogên bi hikumeta Başûrê Kurdistanê bikin.

Ebadî piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û ya bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim çû Tehranê û bi Îshan Cîhangîrî re civiya. Tê diyarkirin ku Ebadî di hevdîtinê de gotiye, “Heke referandûm were betalkirin ew ê dest bi diyalogên bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re bikin.”

Rayedarên Başûrê Kurdistanê duh ragihandibûn ku, “Heke operasyonên leşkerî werin sekinandin ew ê jî referandûmê bidin sekinandin û di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de dikarin dest bi hevdîtinan bikin.”