Dema Cenevre-8 diyar bû

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra got, Cenevre-8 wê 28'ê Mijdarê dest pê bike.

De Mîstûra duh êvarê agahî da Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û ragihand, ku wê hevdîtinên Cenevre-8 roja 28'ê Mijdarê dest pê bike.

de Mîstûra diyar kir, ku di van hevdîtinan de wê mijarên; amadekirina pêşnûmeya destûra bingehîn û pêkhatina hilbijartinan di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bên nirxandin.

Ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê heta niha 7 caran civînên Cenevreyê hatin lidarxistin.

Hevdîtina herî dawî 14'ê Tîrmehê pêk hatibû.