Divê saziyên navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabin

Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê di roja 4'an de ye. Çalakger ji saziyên navneteweyî dixwazin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Endama Forûma Aştiyê ya Ewropayê ya li dijî Dîktatorî û Şer rojnamevan Fîlîz Koçalî, Hevserokê NCDK-S Metîn Mîntaş û Hevserokê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer ên tevlî çalakiya rûniştinê bûne, bal kişandin ser berpirsyariyên Ewropayê.

FÎLÎZ KOÇALÎ: BALA GELAN LI SER OCALAN E

Rojnamevan Fîlîz Koçalî nûçeyên spekulatîf ên li ser ewlekarî û tendirstiya Ocalan di medya civakî de hatin weşandin bi bîr xist û destnîşan kir, ku ev yek rewşeke gelekî cidî ye û divê helwest bê nîşandan.

Koçalî anî ziman, ku ew hewl didin dengê xwe bigihînin Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û got, "Ji ber ku ji aliyê hiqûqî ve berpirsyariya wan heye. Dema ku tiştekî bi vî rengî bihîst, agahiyeke bi vî rengî wergirt, divê yekser biçin Tirkiyeyê. Der barê ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan de divê dilê raya giştî rehet bikin."

Koçalî diyar kir ku aliyekî siyasî yê meseleyê heye û bi bîr xist, li Rojhilata Navîn krîz û şer dewam dike. Koçalî destnîşan kir, ku yê dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike û klîda aştiyê veke Ocalan e. Koçalî da zanîn, di serî de Rojava bala hemû gelên herêmê li ser Îmraliyê ye û got, ev rastî li Reqayê di daxuyaniya rizgarkirinê de jî hate dîtin.

Koçalî herî dawî got, "Hem ji bo aramiya navxweyî ya Tirkiyeyê, hem ji bo aramiya Ewropayê û aştiyê li Rojhilata Navîn, divê em ji ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan piştrast bin. Û di demeke kin de divê azad bibe. Ez jî ji ber vê yekê li vir im."

MÎNTAŞ: KOMPLO BI SERNEKETIBE JÎ DEWAM DIKE

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (NCDK-S) Metîn Mîntaş jî anî ziman, ku çalakiya li Strasboûrgê bi coşeke mezin dewam dike û destnîşan kir, ku hewldanên ji bo pûçkirina komploya navneteweyî didomin.

Mîntaş da zanîn, di serî de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an, gelê Kurd serdemên ji vê zehmettir bihurandiye û anî ziman, ku komplo bi serneketibe jî dewam dike. Mîntaş ragihand, li hemû parçeyên Kurdistanê êrîşên qirêj û komplo li dijî gelê Kurd tên kirin û destnîşan kir, ku gel serê xwe li ber van netewandiye.

Hevserokê NCDK-S bi taybetî bang li Kurdên li Ewropayê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo tenduristiya Ocalan bibin û got, heta ku Konseya Ewropa û CPT bi erk û berpirsyariyên xwe rabin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

KOÇER: JI BO RÊBERÊ ME ÇI LAZIM BE, WÊ EW BÊ KIRIN

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) Tahîr Koçer jî bi bîr xist, ku ji ber nûçeyên li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan di medya Tirk de hatin weşandin, wan dest bi çalakiyê kirine. Koçer anî ziman, ku heta agahiyeke pê bawer li ser tenduristiya Ocalan bê girtin, wê çalakiya xwe ya li ber avahiyên Konseya Ewropa û CPT dewam bikin. Koçer destnîşan kir, ku divê heyet, parêzer û malbat biçin serdana Ocalan.

Koçer got, "Ji bo Rêberê me çi divê, wê ew bê kirin" û bang li gelê Kurd kir ku bi berpirsyarî rabe. Koçer di dawiyê de got, "Bi çalakiyeke xurt, bi tevlîbûneke zêde û bi berxwedanê em dikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li van çalakiyan derkeve."