Koçalî qala demokrasî û felsefeya Ocalan kir

Di çalakiya rûniştinê de ya li Strasboûrgê ya ku ji CPT biçe Îmraliyê tê lidarxistin, rojnamevan Fîlîz Koçalî qala fikrên Ocalan kir.

Di çalakiya rûniştinê de ya li pêşiya CPT û Konseya Ewrûpayê tê lidarxistin rojnamevan Fîlîz Koçalî diyar kir ku, ji bo fêmkirina demokrasî, nîşandana îradeya beşên civakê û wekheviya jin û mêran divê parêznameyên Ocalan werin fêmkirin.

OCALAN DIXWEST ‘HER KES KARÊ XWE BAŞ BIKE’

Koçalî têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku, “Ocalan her dem em hişyar dikir. Digot, ‘Dibe ku kujerê min, çend metreyan li dûrî min be.”

Koçalî bal kişand ser pêşniyazên Ocalan ên ku ‘Wî dixwest bila her kes peywira xwe bi cih bîne û karê xwe baş bike.”

LI ROJAVA DI NAV ŞER DE JIYANEK TÊ AVAKIRIN

Koçalî diyar kir ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê jiyaneke nû tê avakirin û diyar kir ku avakirina meclîsa sivîl a piştî şer serkeftineke mezin e.

Koçalî destnîşan kir ku hêmana sereke ya têkoşînê jin e û têkoşîna rêveberiyê bi pergala hevserokatiyê tê kirin.