Li Îzmîrê 6 parêzerên ji ÇHD'ê hatin binçavkirin
Li Îzmîrê, polîsan avêtin ser mal û cihên kar ên parêzerên ÇHD'ê ku bi biryarnameyê hatibû girtin û 6 kes binçav kirin.
Li Îzmîrê, polîsan avêtin ser mal û cihên kar ên parêzerên ÇHD'ê ku bi biryarnameyê hatibû girtin û 6 kes binçav kirin.
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi biryarnameya di hukmê qanûnî de ji aliyê AKP'ê ve hatibû girtin. Polîsên Tirk jî danê sibehê li Îzmîrê avêtin ser mal û cihên kar ên parêzerên ser bi ÇHD'ê. Di serdegirtinê de parêzer Dînçer Çalim, Nergîs Tûba Aslan, Şûle Arslan, Bahattîn Ozdemîr, Emel Dîrîl û yemen Cankan hatin binçavkirin.
Lêgerîna li mal û cihên kar ên parêzeran dewam dike. Li gorî agahiyan, parêzerên binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê wê bibin Şaxê TEM'ê yê Îzmîrê.