Çalakiyên ji bo Ocalan ên li Ewropayê bê navber dewam dikin

Li bajarên Ewropayê, çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dikin.

Li bajarên Ewropayê, çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dikin.

SWÎSRE

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, li Bahnofstrasse ya Zurîchê, jin li hev civiyan û belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin. Jinan li vê derê çalakiya 'rawestînê' ya saetekê lidarxistin.

Bi banga Meclîsa Jinê ya Mizgîn, jinên tîşortên 'Azadî ji Ocalan re' li xwe kirin, li ber strasyona trenê ya Bernê li hev civiyan û ji bo Ocalan dirûşm qîriyan.

Li ber Dêra St. Laûrent a Meclîsa Jinê ya Lajîn a Lozanê, çalakiyeke bêdeng hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

Li bajarê Bîelê jî bi banga Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan li meydana Zentralplatzê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. di çalakiyê de li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan belavok hatin belavkirin.

Bi banga Komuna Jinê ya Nûjiyan Erhan, li ber strasyona trenê ya Frîboûrgê çalakiya 'Jinên rawestandî' hate lidarxistin.

Li Baselê, çalakiya li ber Bahnhofê bi beşdariya 50 kesî hate lidarxistin.

Li St. Gallenê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Asrîn, li Markplatzê belavok hatin belavkirin û daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku Rêberê me azad bibe em ê li kolanan bin."

Li bajarê Aaraû, çalakiya 'jinên rawestandî' ji bo 40 deqeyan hate lidarxistin û belavok hatin belavkirin.

FRANSA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Ciwanên Azad ji kolana Canabîerê heta ber Nûnertiya Parlamenta Ewropayê meşiyan. Piştre mîtîngek hate lidarxistin û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan peyamek xwend. Di peyamê de hat gotin, "Dixwazin me hînî nebûna Serok Apo bikin. Em soz didin, em ê hîn nebin."

Di dawiya çalakiyê de heyetek bi navê çalakgeran, dosyayek radestî rayedarên Parlamenta Ewropayê kirin.

Li bajarê Bordeaûxê, bi pêşengiya Tevgera Jinê li meydana Vîctoîre çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û li ser mijarê belavok hatin belavkirin. Bi sedan Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.