Tecrîda li ser Ocalan li Tambovê hate şermezarkirin

Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê bi civînekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi pêşengiya Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê, şêxên Êzidî, siyasetmedar û akademîsyenan li Navenda Xebatên Dîcleyê ya li bajarê Tambov ê Rûsyayê civînek hate lidarxistin.

Hevserokê Kongreya Êzidiyên Rûsyayê Cemal Şemoyan di civinê de axivî û got; "Rewşa tenduristiya Ocalan ji bo me Kurdan rojeva sereke ye. Pêkanînên dewleta Tirk yên dijî mirovahiyê pêwîste ne tenê ji aliyê Kurdan ve ji aliyê hemû hêzên navneteweyî ve were şermezarkirin."

'DESTKETIYÊN ME DI METIRSIYÊ DE NE'

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar jî di civinê de axivî û wiha got; "Destketiyên gelê Kurd di bin metirsiyekî mezin de ne. Ocalan rê û rêbazên îradebûn û serketina li Rojhilata Navîn nîşanî Kurdan da. Ji ber vê yekê di destpêkê de Ocalan bû hedef. Em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin û vê lîstikê xera bikin."