Ebadî piştî Enqereyê çû Tehranê

Serokwezîrê Iraqê ku duh çûbû Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirk re rûnişt, îro bi mebesta rûniştinên fermî çû paytexta Îranê, Tehranê.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî piştî ku bi rayedarên Tirk re hev dît, şevê din berê xwe da Tehranê.

Ebadî yê ku bi şandeyeke giregiran çû Tehranê ji hêla Wezîrê Maden, Bazirganî û Sinayiyê Muhammed Şerîatmedarî ve hate pêşwazîkirin.

Tê payin ku Ebadî bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û gelek rayedarên payebilind re rûnê. Rojeva sereke ya hevditinan jî tê payin ku referandûma Başûrê Kurdistanê, têkiliyên Tehran-Bexdayê û geşedanên herî dawî yên Bexdayê bin.