Bila CPT erk û wezîfeya xwe bi cih bîne

Jinên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rojan e li Strasboûrgê çalakiyê li dar dixin gotin, "Heta ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê li vir bin."

Çalakiya Kurdistaniyan a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) biçe Îmraliyê tê lidarxistin, dewam dike. Kurdistaniyan li kêleka rêya li ber avahiya Konseya Ewropayê bi posterên Ocalan xwepêşandanek li dar xistin û dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Bila CPT biçe Îmraliyê" qîriyan.

Jinên ku ji Elmanya, Fransa, Swîsre û Belçîkayê hatine û tevlî çalakiyê bûne, dan xuyakirin ku heta CPT, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropa dengê wan bibihîzin, wê çalakiya xwe bidomînin.

'EM DIXWAZIN TAVILÊ AGAHIYÊ JÊ BIGIRIN'

Sacîde Acar a ji bajarê Stûttgart ê Elmanyayê tevlî çalakiyê bû, bal kişand ser îdîayên der barê rewşa Ocalan de li medyayê hatin weşandin û got, "Wê nûçeya bê xêr, kezeba min şewitand. Em dixwazin tavilê agahiyê ji Rêberê xwe bigirin." Acar diyar kir, ku heta agahiyê ji Rêberê xwe bigirin wê ji qada çalakiyê neçin.

Rojîn Almas a ji bajarê Kehl ê Elmanyayê tevlî çalakiyê bû, anî ziman ku ew bi Rêberê xwe re ne û got, "Heta ku encamê bigirin, em ê li qadan bin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em bi Serokê xwe re ne. Bila gelê me dest bide hev. Em ê teqez bi ser bikevin.

'BILA BI ERKA XWE RABIN, BES E'

Qedirya Cizîrî ya ji Halle an der Saale beşdarî çalakiyê bûye, dayik û xwişka şehîdan e. Cizîrî got, "Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ew rêberê hemû bindestan e" û bang li Ewropayê kir. Cizîrî got, "Bendewariya me ne rica ye. Bila wezîfeya xwe bikin, bes e."

Nezîhe Ayşe Can a ji Rihayê, ku ji Darmstadtê hatiye, tevî ku pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê heye û 5 caran emeliyat bûye, tevlî çalakiyê bûye. Can got, "Bang li gelê me dikim; eger pêwîstî pê hebe, deriyê xwe bigirin û bên vê derê. Em nikarin Rêberê xwe, zarokên xwe yên li çiyê û zindanê ji bîr bikin. Em hemû bi hev re dikarin azad bibin."

Nefiya Gokçe ku Kurdeke Êzidî ye û endama Komîsyona Malbatên Şehîdan e, xwişka şehîd Evdo Sevgat e. Gokçe ya ji Dûîsbûrgê hat got, "Ji dema nûçeyen li ser Rêberê me hatin weşandin û vir ve agir bi dilê me ketiye. Kengî me bihîst, em daketin qadan." Gokçe destnîşan kir, ku bi can û malê xwe bi Rêberê xwe re ne.

'SEBRA ME ÊDÎ FÛRIYA YE'

Arîfe Soysuren ji paytexta Belçîka Brukselê tevlî çalakiyê bûye. Soysuren anî ziman ku ji roja destpêkê ve ew li qada çalakiyê ye û got, "Em ji CPT dixwazin ku biçe Îmraliyê, ji bo dawî li fikarên bi mîlyonan Kurdî bîne." Soysuren bi bîr xist, ku 19 sal in Rêberê Gelê Kurd dîl girtî ye û got, "Em gelekî bi sebir tevgeriyan. Lê êdî sebra me fûriya ye, heta ku encam bê girtin, em ê çalakiyan li dar bixin."

'EM Ê BI RÊYA TÊKOŞÎNA XWE AZAD BIKIN'

Ji çalakgeran hozan Sosoin jî got, "Dîlgirtina Serok, tecrîda giran, siyasî ye. Ji bo em dengê xwe bidin bihîstin û saziyên pêwendîdar bixin nava liv û tevgerê em li vir in." Sosin destnîşan kir, ku ew bawer e wê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe azad bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA