Otobusa Ocalan li Belçîkayê bi gulan hate pêşwazîkirin

Otobusa bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 9’ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrgê kete ser rê, li bajarê Charleroî yê Belçîkayê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Otobusa “Pirtûkxaneya Ocalan-Ji Ocalan û girtiyên siyasî re azadî” ku 9’ê Cotmehê bi daxwaza ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan azadî ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê kete ser rê, din ava 17 rojan de piştî Elmanya, Swîsre, Avûstûrya, Fransa û şûnde duh şev jî gihişte bajarê Charleroî yê Belçîkayê. Kurdistanî û dostê wan li navenda bajêr bi posterên Ocalan û gulan otobus pêşwazîkirin. Di aktivîteya têde dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin de pêkanînên Tirkiye û AKP’ê ya li dijî Ocalan hate protestokirin.

‘EM Ê LI KOLANAN BIN’

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Belçîkayê Mûstefa Eşlîk li vir axivî û wiha got: “Abdulalh Ocalan xeta sor a Kurdan e. Em weke gelê Kurd heta agahiyek ji Rêberê xwe bigirin emê li kolanan bin. Divê saziyên neteweyî bi lezgînî bikevin nava hewldanan.”

Li ser navê çalakvanên otobusê jî Ekrem Yavûz axivî û diyar kir ku armanca wan belavkirina û nasandina raman û felsefeya Ocalan a ji bo cîhanê ye û wiha pêde çû: “Li ser navê hemû hevalên xwe we tevan silav dikim. Di nava 17 rojan de em li gelek bajaran geriyan. Armanca me ew e em raman felsefeya Abdullah Ocalan li hemû cîhanê bidin nasandine. Li hemû bajaran gelê me bi coşek mezin me pêşwazî dike û banga tevlîbûna çalakiyên ji bo Ocalan dikin.”

‘DIVÊ DOSTÊN ME YÊN EWROPÎ DESTKÊ BIDIN’

Li aliyê din li ser navê çalakvanên otobusê yên ku li navenda çapemeniya Federasyona Çapemeniya Navneteweyî tevlî panela bi navê ‘Li Tirkiyeyê rewşa Medyayê’ Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksungur û Endamê KNK’ê Suleyman Guneylî , têkildarî çalakiyê agahî parvekirin. Goksungur di axaftina xwe de rexne li CPT’yê kir, banga hevdîtinê bi Îmraliyê re bike kir. Endamê KNK’ê Sûleyman Guneylî jî anî ziman ku divê Ewropa destekê bide pradîgmaya konfederalîzma demokratîk û aştiyê ya Ocalan. Guneylî destnîşan kir ku Ocalan di nava tecrîdê de ye wiha got: “Ocalan ê li Îmraliyê her kêlî û saetê wî di nava êşkenceyê de ye, di nava berxwedan û ji bo aştiyê têkoşînê dike. Mirovekî evqas ji bo aştiyê kar dike, di nava şertên wiha de pir bi êş e. Em ê heta azadiya Rêbertiya xwe têkoşînê bikin. Lê divê hemû dostên me jî destekê bide.”

Otobusa “Pirtûkxaneya Ocalan-Ji bo Ocalan û hemû girtiyên siyasî azadî” wê îro biçe bajarê Liege yê. Wê saetên şevê jî derbasî bajarê Antwerpenê bibe. Sibe di saetên nîvroyê de jî bi xwepêşandan û panêlan wê di derbarê Ocalan de agahdarkirinê pêk bînin.