BENSHEÎM
Li bajarokê Bensheîm ê Elmanya li pêşiya Burgerboruyê çalakiya ku ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî, didome.
Di Çalakiya girseya gel eleqeyekî mezin nîşan da de, bi sedan belavok hatin belavkirin û nobedarên roj û şev jî 20 heta 30 kes têne guhertin.
Çalakî wê sibê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê ciwanên Kurd ji bo balê bikêşin li ser tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidarxistin.
Li herêmên Alexanderplatz û Cottbûser To ê gelek axaftinên Rêbertî û "Freîheît fur alle polîtîschen Gefangenen" ji aliyê ciwanan ve hate daliqandin. Her wiha ciwanan daxwaza bi lezgîn hevdîtina bi Ocalan re jî kirin.
HÎLDESHEÎM
Li bajrê Elmanya yê Hîldesheîmê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan, çalakiya kon a 2 rojan a Komîna Jinan a Meryem destpê kir.
Di çalakiya li pêşiya HBF’ê destpê kir de, belavok hatin belavkirin û têkildarî ramnca çalakiya xwe agahî dan.
Di çalakiyê de pankarata bi naivîsa “Li hember despot Erdogan çok nadanin” vekirin, dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” qîr kirin.
BRÎGHTON
Kurdistaniyên ku li Herêma Sûssex a Îngîltereyê dijîn ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidarxist.
Kurdistaniyên ku li ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Sûssexê ku li cihê herî qelebalix a bajarê Brîghton Chûrchîll Sqûare li hev civiyan, ji bo balê bikêşin li ser tenduristî û ewlehiya Ocalan çalakiyek lidarxistin.
Di belavkokên çalakiyê de hatin belavkirin de hate ragihandin ku gelê Kurd ji rewşa Ocalan bi fikar in û bi lezgîn saziyên navnetewî bikevin nava tevgerê. Her wiha hate ragihanidn ku heta tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bê rakirin wê çalakî bidomin.