Bi sedan kesên ku tevlî çalakiya li pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) û Konseya Ewropa (KE) a bi armacan bi lezgîn hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were, ber bi CPT’yê ve meşiyan, çalakiyeke rûniştinê lidar xistin. Li gel çalakiya li pêşiya avahiya CPT’ê hemwext heyetek ku parlementerên Ewropa jî di nav de, li Sekreteriya CPT’yê bi rayedarên Şefê beşa Tirkiyeyê Michael Neûraûter jî di nav de re hevdîtinek pêk hat.
Heyeta ku ji endamê Koma Sosyalîst a Parlemetoya Ewropayê (PE) parlementera Îngilîsz Jûlîe Ward, Serokê Koma Çep a berê y PE’yê Francîs Wûtz li gel Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay pêk tên, têkildarî rewş û ewlehiya Ocalan daxwazên xwe pêşkêş kirin.
HAT BIBÎRXISTIN KU YEKANE SAZIYA KU MAFÊ WÊ YA HEVDÎTINÊ HEYE CPT’YE
Ward û Wûrtz ên di nava heyeta ku herî dawî meha Sibatê ku xwestin biçin Îmraliyê hevdîtin bikin diyar kirin kû çûne Tirkiyeyê, destnîşankirin ku rayedarên Tirk rê nedane ku biçin Îmralî ziyaret bikin. Parlementeran diyar kirin ku ji wê rojê û şûnde her ku çû rewşa Tirkiye xirab bûye, bal kişandin ku herî dawî Ocalan di Îlona sala 2016’an bi malabata xwe re hevdîtin pêk aniye.
Endamên heyetê jî bal kişand ser nûçeyên demê dawî yên li Tirkiyeyê li ser tevnên civakî hatine parvekirin, destnîşan kirin ku li Îmralî çi dibe çi nabe, gelo Ocalan li Îmraliye yan ne têkildarî vê ti agahî em nizanin. Endamên heyetê diyar kirin ku vê rewşê di nava gel de rê li ber fikar û metirsiyên mezin vekiriye.
Ward û Wûrtz destnîşan kir ku rê nayê dayîn ku heyet, parêzer û malbat li gel Ocalan hevdîtinê pêk bîne, ji bo vê jî yekane yê xwedî maf CPT’ye. Parlementeran nameya têkildarî mijarê radestî rêveberên CPT’ê kirin.
CPT: EM BI AWAYEKÎ AKTÎV BI BERPIRSÊN TIRK RE DI NAVA TÊKILIYAN DE NIN
Berpirsên CPT diyar kirin ku daxwazên ji bo Ocalan ev çend rojeke xistine nava rojeva xwe û destnîşankirin ku rewşê dişopînin. Şefê beşa Tirkiye ya CPT Mîchael Neûraûter jî got ku ji ber hevpeymana avakirina CPT yê agahiyên di destê xwe de parve nakin û li rexmê vê jî astengkirina hevdîtina parêzer, malbat a bi Ocalan re qebûl nakin.
Neûraûter diyar kir ku weke CPT ji ber rewşa Ocalan bi berpirsên Tirk re bi awayekî aktîv dinava têkiliyan denin û got ku agahiyek jî hebe bêyî destûra Tirkiyeyê nikarin parve bikin.
Berpirs her wiha destnîşankir ku weke CPT tenê xebatên wan bi girtîgehan ve ne sînordare û rewşa heyî jî dişopînin.
KARTAL: HETA KU BI OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK BÊ WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN
Piştî hevdîtinê Hevserokê Kongra-Gel Remî Kartal ji girseya gel re axivî û daxuyaniya CPT yê têr nedît û rexne kir.
Kartal diyar kir ku daxwazên gel diyar in û heta ku bi Ocalan re hevdîtin çêbibin û agahiyek diyar ji gel re neyê eşkerekirin wê çalakiyan bidomin.