Çeperên Pêşmergeyan ên li Mehmûdiye û Zûmarê tên bombekirin
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî, bombeyan li çeperên Pêşmergeyan ên li herêmên Mehmûdiye û Zûmarê yên Rebîayê dibarînin.
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî, bombeyan li çeperên Pêşmergeyan ên li herêmên Mehmûdiye û Zûmarê yên Rebîayê dibarînin.
Tê gotin, her du alî topan li hev dibarînin û ji Pêşmergeyan şehîd hene.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku yek ji topên ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin barandin li çepereke Pêşmergeyan ketiye û ji ber vê yekê jî hin pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, ji saet 06:30 û vir ve her du alî topan li hev dibarînin.