‘Ewlehî û tenduristiya Ocalan dikin mijara şantajê’
TŞYG: Di her rewşa dewleta TC a faşîst têk diçe de, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ev 18 sal in li Îmralî di nava tecrîdê de ye, dikin mijara gef û şantajê.
TŞYG: Di her rewşa dewleta TC a faşîst têk diçe de, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ev 18 sal in li Îmralî di nava tecrîdê de ye, dikin mijara gef û şantajê.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) a daxuyaniyek nivskî weşand, diyar kir ku êrîş û dagirerkiya li Kerkûk û Başûrê Kurdistanê tên kirin, kiriza li Rojhilata Navîn tê jiyîn gihandiya astekî jortir.
Di daxuyaniya TŞYG a têde diyar kir ku li herêmê guhertinên mezin pêk tên, statukoya mêtîngeriyê ya ku ev sed sal in li ser Kurdan didin ferzkirin hatiye şikandin de ev tişt hate gotin: “Li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn bi awayên cuda tên kirin. Destkeftî û derfet mezin dibin. Piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê hate kirin û şûnde dewletên li derdor dev ji pirsgirêk û nakokiyên xwe berdan berê xwe dan destkeftiyên Kurdan ên li herêmê hatin bidestxistin. Armanca van êrîşan hesreta sedê salan a gelê Kurd a nasnameya netewî, xespkirina statû û nirxên wê yên din û statukoya heyî dana domandine. Fersend ji şikandan DAIŞ’ê ya li Reqa û Rojava ya ji aliyê şervanên QSD’ê ve, di xwazin cihê duh winda kirî dîsa bigirin. Ev demeke bi desteka madî ya Îranê hêza Heşdî Şebî ku hatiye avakirin û perwerdekirin dixwain Kurdistan jî di nav de gelek deveran jî nû ve desthilatdariya xwe lê serwerbike. Êrîşên li ser Kerkûk û cihên din hatin kirin, ji hevdîtinên Erdogan a ji bo Îran û bi awayê koro ya li dijî serxwebûna Kudan ne ji polîtîkayên emperyalîzmê cuda ye.
Hişmendiya ku teng û berjewendiyên kesî, polîtîkayên partiyên siyasî û destkefiyên Kurdistanê xistin xeteriyê hêla ku siyaseta Başûr winda bike, xeta netewî ya teng û hevkar winda kir. Bê ku guleyek bê teqandin Kerkûk, Şengal û deverên din radestî hêzên Iraqê hatin kirin. Eger berxwedana PKK’ê û gel nebûna, wê Heşdî Şebî bi merasîman biketiban devrê.
Êrîşên dawî didin nîşandan ku naxwazin netewa Kurd, li ser bingehê siyasî, leşkerî û demokratîk pêk were. Dîrok, îdîayên pêşeng ên gelê Kurd û her kesê ji bo pêkanîna yekîtiya netewa demokratîk û hêzên siyasî ya li Başûr, banga bihêzkirina leşkerî ya yekbûyî dike.
Tevgera azadiya Kurd a pêşengtî kir, li Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi pêkhatiyên mîna Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkez, Çeçen û gelên din serkeftinên mezin bi dest xistin. Weke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan di serî de serkefina Reqa û her kesê tevlî bûyî silav dikin. Mîmarên vê serkeftinê şehîdên şoreşê bi minet bibîr tînin.
Di her rewşa dewleta TC a faşîst têk diçe de, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ev 18 sal in li Îmralî di nava tecrîdê de ye, dikin mijara gef û şantajê. Bi vê rêyê dixwazin gel bê tevger bihêlin. Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bi salan eli gel parêzer û malbatê hevdîtinê pêk naîne, têkoşîna tê kirin destek dikin, banga bilindkirina daxwaza azadiya Ocalan û statuya Kurdistanê li her kesê dikin.
Dewleta Tirk bi Rewşa Awarte êrîşên dijwar li ser girtiyan didin kirin. Dixwazin deskteftî û mafê bi têkoşînê hatî bidestxistin xesp bikin. Êrîşên li ser girtîgehan, xizmên girtiyan û parêzeran û spartina lixwekirina cilên yek reng, wê bi têkoşîna milîtanî û yekbûyî têk biçe. Weke TŞYG’an ji bo bilindkirina berxwedana şoregerî, ji bo hesab ji dewleta faşîst a TC’ê bixwazin, bang li hemû jin, ciwan û hêzên şoreşger dikin ku dakevin kolanan û tevlî hêzên TŞYG’an bibin.
Gerîlayên li serê çiyayên Kurdistanê berxwedanê mezin dikin, tevî hemû êrîş û teknîka zêde li ber xwe didin, derbên giran li hêzên dagirker û faşsît didin.
Erdogan û rêveberiya wê ya ku dixwaze împaratoriya tirsê bide avakirin, ya rastî tirs ketiye nava dilê wî û her roja diçe bê hêz dibe. Tevî hemû propagandayên medyaya qirêj a alîgir jî nikare vê rewşê veşêre.
Hem li Rojhilata Navîn û hem jî li herêmê fersendên dîrokî û pêşketinên şoreşê yên mezin pêk tên. Ji bo xirakirina dewletên herêmê yên paşverû û emperyalîst, ronahiya şoreşa Rojava û agirê mezin ê berxwedanê yê bûye vîna gelê Kurd û bûye vîna rast a partiyên din ên îtifak li gel dikin, rêya ku têre bimeşe diyar dike.
Ji bo valaderxistina dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst a ku yek ji xeteriya herî mezin a li dijî şoreşa Rojava a ku mirovatî ji belaya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir ye, divê têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî bê mezinkirin.
Di 100’emîn Şoreşên Cotmehê de agirê şoreşê çim ezin çi biçûk ên her aliyê cîhanê geş dibe, Rojhilata Navîn û herêmê me bûye xwedî taybetmendiya navenda têkoşînê. Dîrok, ji bo her kesê xwedî îdîaya şoreşê fersendên mezin pêşkêş dike. Sûd ji vê dîtin û xizmetê ji vegûherîna dîrokê re dike.
Weke Tevgera Şoreşger ya Yekbûya Gelan, vê pêvajoya ku xwedî derfetên şoreşa mezin in, ji bo vegerandina serkeftina şoreşê, bang li hemû gelê xwe, hêzên demokratîk ên şoreşger, her kesên alîgirên şeroşêne dikin ku; li dijî terora dewleta faşîst, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava û Başûrê Kurdistanê, sepandina cilên yek tîpî ya li ser girtiyan, xestpkirina mafan, êrîşên li dijî karker û kedkaran, xespkirina mafê jinan, li dijî şideta dewletê ya serweriya mêr û li dijî zilma faşîst al li hemberî hemû civakan dikin ku dakevin kolanan û li pişt bendan cih bigirin û tevlî refên TŞYG’an bibin.”