Pirtûkxaneya Ocalan tûra xwe ya Fransayê bi dawî kir

Otobûsa bi navê "Pirtûkxaneya Ocalan – ji Ocalan û hemû girtiyên polîtîk re azadî" bi mîtînga li Meydana Republîque ya Parîsê tûra xwe ya Fransayê qedand.

Otobûsa bi navê "Pirtûkxaneya Ocalan – ji Ocalan û hemû girtiyên polîtîk re azadî" ya ku raman, îdeolojî, biyografî û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide nasîn li Meydana Republîque ya Parîsê bi coşdariyekê hate pêşwazîkirin.

Otobûs saet 18.00’an hate meydana Republîque. Nûnerên saziyên Fransî, dostên Fransî, Kurdistanî û Meclîsa Govend Parîsê, endamên TEV-ÇAND’ê ya Parîsê bi govend û lîlandinan otobûsa ji Ocalan re azadî pêşwazî kirin.

Li mîtînga Meydana Republîque de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin li Kurdistanê û Rojhilata Navîn aştiya mayinde wê bi azadiya Ocalan pêk were û hate gotin, "Li Sûriyê yên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û Reqa azad kirin şervanên YPG-YPJ'ê bûn. Divê welatên Ewropî PKK'ê ji 'lîsteya terorê' derxînin."

Mîtîng bi stranên hunermendên TEV-ÇAND’ê, govend û dirûşman bi dawî bû.