Erdogan ji ber sûcê şer dikare bê darizandin

Parlamentera SP a Swîsreyê Fehlmann Rîelle destnîşan kir, ku dewleta Tirk li bajarên Bakurê Kurdistanê sûcê şer kiriye û got, Erdogan ji ber vî sûcî dikare bê darizandin.

Parlamentar Parlamenta Neteweyî ya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle der barê de ji ANF'ê re axivî.

Rîelle destnîşan kir, ku desthilatdariya Erdogan li bajarên Bakurê Kuristanê sûcê şer kiriye û got, "Bûyerên li Kurdistanê qewimîn li vê derê zêde nebûn rojev. Erdoban hewldana darbeyê ji xwe re kir bahane û bi vî rengî xwest, ser van kiryarên xwe binixumîne. Bajarên Kurdistanê hatin hilweşandin. Bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dan."

Rîelle diyar kir, ku li ser van bûyerên li Kurdistanê qewimîn divê raporên berfireh bên amadekirin û wiha dewam kir: "Amadekariyên ku îro werin kirin, dikarin rojekê Erdoban mehkeme bike. Ev darizandin dikare bi rêya Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî bê kirin. Dixwazim dubare bikim; dane û delîlên di vê demê de werin hevdan, gelekî girîng in. Piştî komkujiya Helebceyê Neteweyên Yekbûyî raportorekî taybet şand wê derê û rewş eşkere kir. Heman tişt dikare ji bo Tirkiyeyê jî were kirin."

Rîelle destnîşan kir ku ya herî girîng jî ew e, dewlet dikarin pêvajoya darizandina Erdogan li dadgehên navneteweyî bidin destpêkirin û got, Swîsre jî dikare bi vê berpirsyariyê rab.e

TECRÎDA LI SER OCALAN LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E

Fehlmann Rîelle di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi bîr xist ku 19 sal in tecrîd li ser Ocalan heye û ev rewş nayê qebûlkirin.

Rîelle diyar kir, ku tecrîdkirin li dijî mafên mirovan e û got, ti mantiqê vê pêkanînê nîne.

Rîelle işaret bi komploya navneteweyî jî kir û da zanîn, ku bi girtina Ocalan re hewl hate dayin ku Kurd li Rojhilata Navîn bê qelskirin û got, "Ev polîtîka îro jî bi rengekî cuda didome."

Rîelle da xuyakirin, ku li ser rewşa Ocalan, weke wekîl û siyasetmedarên li Ewropayê dikarin li hev bicivin û bangekê bikin.

DERNEXISTINA NAVÊ PKK'Ê JI LÎSTEYA 'RÊXISTINÊN TERORÊ' BIRYAREKE NEHEQ E

Li ser hiştina navê PKK'ê li nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Ewropayê jî Rîelle got, "Hiştina navê PKK'ê di lîsteyê de, bi dîtina min biryareke neheq e. Ji aliyekî ve dema ku Kurd li dijî DAIŞ'ê şer dikin em gelekî pê kêfxweş dibin, lê li aliyê din ev biryar hê didome. Ev nakokî ye. Dema ku mirov li dema bihurî dinerin, dibînin ku her carê xwestine Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ya ku îro tê kirin jî ev e. Li gorî min, divê navê PKK'ê îro ji 'lîsteya rêxistinên terorê' were derxistin."

Ji bo sedema vê jî Rîelle got, "Ji ber ku PKK rêxistineke terorîst nîne. PKK'ê li Ewropayê ti çalakiyeke çekdarî nekiriye. PKK ne rêxistineke ku li dijî gelê sivîl şer dike. Hedefa xwe, hêzên leşkerî ye. Partiya Mandela jî wextekê ji bo Afrîka Başûr weke rêxistina terorîst hate dîtin. Lê encam û rastî gelekî cuda bû."