TŞYG: Em ê serê xwe ji cilên yek reng re netewînin

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir ku ew ê serê xwe ji cilên yek reng re, ku li girtîgehan ferz dikin, serê xwe netewînin.

TŞYG’ê diyar kir ku ne ferzkirina cilên yek reng û ne jî ferzkirineke dî ya rûmetşikîn wê ti caran ji hêla girtiyan ve neyê qebûlkirin û got bi berxwedana li zindanan wê bersiva vê bidin.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir di van demên dawî de li girtîgehên Tirk gelek zext û zordarî hene û her ku diçe ev zext û zordariya li ser girtiyan tê girantirkirin. Hate gotin girtiyan nabin revîrê, dema ku wan dibin dadgehê tehdê li wan dikin, wan tazî seh dikin, nameyên wan nadin, rojnameyên ku didin têne sansûrkirin, mafê hevditin û telefonê têne astengkirin, zext û zordarî kirine rûtîn û wek ev ne bes be bi ser de dixwazin cilên yek reng jî pêk bînin.

TŞYG WÊ BI ÇALAKIYAN BERSIV BIDE

TŞYG’ê bi domdarî di daxuyaniya xwe de bal kişande ser rewşa Ocalan û got, ‘ Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girantirkirin û bi vê re jî di vê pêvajoya dawî de derbarê jiyana Wî di medya faşîst de nûçeyên kirêtî hatine çêkirin’’

TŞYG’ê wiha bi nav de çû: ‘’Çeteyên AKP’ê bizanibin ku vîna gelan bi zext û zordariyên wiha, bi komkujiyan nikare were dîlgirtin. Ne polîtîkaya cilên yek reng û ne jî polîtîkayeke dî ya rûmetşikîn Wê ji hêla girtiyên şoreşger ve ti caran neyê qebûlkirin. Li gel hevrêyên ku li zindanan li ber xwe didin. TŞYG wê hesabê vê nêzîkatiyê bipirse. Wê bi çalakiyan bersivê bidin van zext û zordariyan.’’