ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Parîsê meşa protestoyê dest pê kir
Li paytexta Fransayê Parîsê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylamez û hesabpirsîna ji kujeran bi hezaran kes meşîn. -
Lİ Parîsê Kurdistanî komkujiya Parîsê protesto dikin
Li Parîsê di 5’emîn salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger de, lêgerîna heqîqet û edaletê didome. -
Rêveberên MÎT’ê yên ku PKK’ê ew girtibûn axivîn
Rêveberên MÎT’ê yên ku bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan çûbûn ku suîkastê li rêveberên PKK’ê bikin û bi dij operasyonekê ya Hêzên Taybet ên HPG’ê hatin girtin, axivîn. -
Ciwanên Şoreşger li bajarên Tirkiyeyê di çalakiyan de ne
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan (DGK) di çarçoveya Pêngava Serî Hilde de li bajarên Tirkiyeyê gelek çalakî pêk anîn. -
Li Stockholmê çalakiyên pişgtiriya bi gelên Îranê re
Serhildana gelên Îranê yên li dijî polîtîkayên rejîmê û hejariyê didomin, ji bo piştgirîdayîna çalakiyên gel li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin -
Li KENY'ê di rûniştina Îranê de rexne li DYA’yê hate kirin
Bi daxwaza DYA'yê li KENY'ê ji bo Îranê rûniştina lezgîn pêk hat û gelek welatan diyarkirin ku mûdaxeleya ji der ve şaşitiye. -
Erdogan wê Yucel berde û Elmanya jî wê çekan bide
Diyar bû ku rejîma Erdogan li ser nûçegihan Denîz Yucel ku rehîn hatiye girtin li pey bazareke genî ye. -
Elmanya: Têkiliyeke zêde ya Osmanen Germanîa bi AKP’ê re heye
Wezareta Karê Navxwe yê Eyaleta NRW’ê diyar kir ku têkiliyeke zêde baş ya çeteyên Tirk ‘Osmanen Germanîa’yê bi AKP’ê re heye. -
HDK-A Fransa: Em tevlî meşa Parisê bibin
HDK-A ji bo meş û mîtînga Parîsê banga tevlêbûnê kir. -
Prz. Comte: Îfadeyên MÎT’ê ji bo dozê girîng in
Parêzerê doza Cansiz, Dogan û Şaylamez Antoîne Comte diyar kir ku doz bi argûmanên cuda wê bidome û got, ‘’Heke îfadeyên rêveberên MÎT’ê yên di dest KCK’ê de belgeyên di dest dozgerê Fransiz de piştrast bikin ev ji bo dozê pir girîng e.’ -
ROJEVA 6’Ê ÇILE YA 2018’AN
6’ê Çileya 2018’an, rojeva Navenda Nûçeyan -
Rojeva Rojê
5'ê Çile 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş.. -
Macron pesnên berjewendiyên aborî da, Erdogan dîsa tehdîd kirin
Serokkomarê Fransa Macron li xwe mukûr hat ku sedemên li pişt vexwendina Erdogan ‘têkiliyên aborîne’, Erdogan dîsa diyar kir ku eger li dijî PKK’ê piştgiriyê nekin gefa wê ‘terorîzim wan bikin hedef’ kir. -
Rojnamevanên Fransayê Erdogan protesto kir
Rojnamevanên Sînor Nenas hevpîşeyên xwe yên girtî yên li Tirkiyê bibîrxstin û erdana Serokomarê Tirk Erdogan a ji bo Parîsê protesto kirin. -
Xelata yekem a qebûlkirina dîktatoriyê ya Fransa; Peymana 3,4 mîlyar Euro
Hate ragihandin ku di dema serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Parîsê didome de, bi kargehên Fransayê re peymana parastinê hatiye îmzekirin. -
Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdana malbatê hate redkirin. -
NÛ BÛ- Dîmenên operasyona li dijî MÎT’ê
ANF’ê xwe gihand dîmenên operasyona li dijî rêveberên MÎT’ê yên ku ji aliyê Yekîneyên Hêzên Taybet ên HPG’ê ve hatibûn girtin. -
Polîsên Fransayê êrîş bir li ser ciwanên ku Erdogan protesto dikirin
Polîsên Fransayê êrîş bir li ser ciwanên ku Erdogan protesto dikirin û 15 kes binçav kirin. -
‘Rola MÎT’ê teqez bû; divê Fransa tevbigere’
Li paytext Parîsê, ji bo sê jinên şoreşger ku hatibûn qetilkirin Kurd û dostên wan civîn çêkirin. -
Balûken: Berdêla xwe çi dibe bila bibe...
Parlamenterê HDP'yî yê girtî Îdrîs Balûken got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê dilsozê nirxên têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bin." -
Fransa: Otorîteya herêmî ya li Rojava dikare çeteyan darizîne
Wezareta Edaletê ya Fransayê diyar kir ku welatiyên Fransayê yên tevlî DAÎŞ'ê yan jî komên din ên çet bûne û li Rojava hatine girtin, dikarin yekser li Rojava werin darizandin. -
Sê jinên şoreşger ên Kurd li Bonnê hatin bibîranîn
Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylamez ku li Parîsê hatin kuştin li Elmanya Bonnê bernameyeke bîranînê hate çêkirin. -
HDP'ê pirsa 'Komkujiya Silopiyayê' li hikumetê kir
Parlamentera HDP'yî Aycan Îrmez, Komkujiya Silopiyayê xist rojeva Meclîsê. -
KCD: Ji jinên azad tirsiyan; li Parîs û Silopiyayê komkujî kirin
Kongreya Civaka Demokratîk, jinên şoreşger ên li Parîs û Silopiyayê hatin kuştin bi bîr anîn û got, "Tevgera jinên Kurd a azad, tirsa herî mezin a sîstema mêtinger e ku wê ji binî ve dihejîne." -
Rêveberên MÎT'ê yên di destê PKK’ê de ne çi gotin?
Agahiyên 2 berpirsên MÎT’ê ku par li Cizîrê hatine girtin ( nasnameya wan hê nehatiye ragihandin) û agahiyên berpirsên MÎT’ê yên ku li Dukanê hatin girtin têne rûberîhevkirin û têne zelalkirin. KCK diyar dike ku van xebatan 5 mehan dom kiriye.