Li KENY'ê di rûniştina Îranê de rexne li DYA’yê hate kirin

Bi daxwaza DYA'yê li KENY'ê ji  bo Îranê rûniştina lezgîn pêk hat û gelek welatan diyarkirin ku mûdaxeleya ji der ve şaşitiye.

Li Îran û Rojhilat dawiya meha Kanûnê raperîna gel ya li dijî polîtîkayên rejîmê destpêkirî didome, rejîmê diyar kiribû ku di destpêkê de Dewletên Yekbûyî yên Emêrîka (DYA) û hinek welatên din bi gotina 'mûdaxele kiriye' dixwaze çalakiyan pûç bike. Rexneyên rêveberiya DYA’yê ku li ser çalakiyan li rejîmê dike, rejîm jî ji bo teza 'mûdaxeleya ji derve' bi kar tîne.

Ev rastî bi daxwaza DYA’yê a ji bo rûniştina lezgîn a Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî (KENY) de ji aliyê gelek welatan ve bi şêweyên cûda hate nirxandin.

Nûnerê DYA’yê Nîkkî Haley bi awayekî tund rêveberiya Îranê rexne kir û diyarkir ku ew li dijî wê ne ku bi rengekî tund mudaxele li çalakigeran were kirin.

Lê welatên din bûyerên li Îranê kirina rojeva KENY'ê bi awayekî tûnd nerazîbûn nîşan dan. Di rûniştinê de nûnerên Fransa, Brîtanya, Rûsya û Bolîvya raperîna li Îranê bi teza 'Ne di asta tehdîda li ser aşitiya navnetewî de ye' parastin.

Endamên demdemî û domdar yên KENY'yê bal kişandin li ser gotinên ji derve yên dibêjin 'Mûdaxeleya ji der ve' ya li ser Îranê.

DYA’yê jî got Îran di salên dawî de bi giranî piştgiriyekî leşkerî daye komên Şîî yên li Iraqê û Yemenê, di pêvajoyekî wiha de di 10 salên dawî de hejartiya li Îranê 15 ji sedî bûye. Haley diyarkir ku Îran ji bo rejîma Sûriyeyê li ser piyan bigre tenê salekê de 6 mîlyar dolar xerc kiriye.