Rêveberên MÎT’ê yên ku PKK’ê ew girtibûn axivîn

Rêveberên MÎT’ê yên ku bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan çûbûn ku suîkastê li rêveberên PKK’ê bikin û bi dij operasyonekê ya Hêzên Taybet ên HPG’ê hatin girtin, axivîn.

Dîmenên girtinê yên rêveberên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel, yên ku li 4’ê Tebaxa 2017’an li Dûkanê ya Silêmanî hatibûn girtin duh ji hêla ajansa me ve hatibûn par ve kirin. Ji dîmenan bi zelalî diyar dibe ku rêveberên MÎT’ê yên ku ji bo operasyonê çûbûne herêmê û hêmanên dî yên MÎT’ê çawa bi dij operasyonekê hatine arestkirin û asêkirin.

Li gel dîmenên girtinê yê Serokê ‘Xebatên Dabeşkariya Etnîk ê Navwelatî’ yê MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Rêveberên Kanên Mirovan ê MÎT’ê Aydin Gunel, rayedarên dewleta Tirk û çapemeniya wê, weke ku kuliyan zimanê wan xwaribe deng ji wan naye  lê ‘razveşêr’ên Erdogan bûne bilbil. Di daxuyaniya 3’yê Çile ya KCK’ê de hatibû gotin ku li gorî agahiyên ku rêveberên MÎT’ê dane li Kurdistanê û li derveyî welêt gelek şebeke hatine hilweşandin.

Rayedarên MÎT’ê ku bi dij operasyona îstîxbarî ya bi navê ‘Operasyona Tolhildana Şoreşerî ya Şehîd Sakîne Cansiz’ a HPG’ê hatin girtin, beriya lêpirsînê agahiyên nasnameyên xwe, peywira xwe û girtina xwe vedibêjin.

RÊVEBERÊN MÎT’Ê: PKK’Ê EM GIRTIN!

Di dîmenan de rêveberên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel, nav û peywira xwe dibêjin. Dibêjin ku ew ji hêla PKK’ê ve hatine girtin û ‘li devereke nenas, li girtîgeke ku navê wê nayê zanîn’ têne hiştin. Pekçetîn û Gunel diyar dikin ku piştî ku ew hatine girtin ti tehde li wan nehatiye kirin.

ÇI BÛBÛ?

Du rêveberên navborî yên MÎT’ê yên ku ji bo plana suîkastê yan jî revandina revandina KCK’ê organîza bikin hatin Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê, 4’ê Tebaxa 2017’an ji hêla Hêzên Taybet ên HPG’ê ve hatibûn girtin.

Agahiyên ku rêveberên  MÎT’ê dane hatine berfirehkirin di encama operasyonên 5 mehan  de gelek torên MÎT’ê yên li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê hatine rûxandin. Gelek planên gemarî yên li dijî Kurdan û muxalîfan hatin pûçkirin.

Lînka Alternatîf;

Li ser girtina rêveberên MÎT’ê yên di destê PKK’ê de dewleta Tirk û çapemeniya wê deng ji xwe dernaxîne, 3’yê Çile KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî dabû, agahiyên nasnameyê û wêneyên rêveberên MÎT’ê yên ku girtibûn par ve kir.

AGAHIYÊN KU RÊVEBERÊN MÎT’Ê DANE

Di çarçoveya vê operasyonê de ya ku di Tebaxa 2017’an de hate destpêkirin, avadaniya saziyî ya MÎT'ê, rêxistinbûna wan, xebatkarên wan, navendên wan, îkametgahên wan, têkiliyên wan ên derve û hundir, sîxurên wan ên di nav dewlet û rêxistinan bi rêjeyeke zêde hatiye deşîfrekirin. Qetlîama Parîsê, sûîkastên li Rojava, gelek çalakiyên wan û malên lêpirsînê yên nepen ên derzagonî tevî kitekitên xwe hatine deşîfrekirin. Di heman demê de nasnameya endam, sîxûr û xebatkarên MÎT’ê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di serî de yên li Ewrûpa, Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine deşîfrekirin. Beşeke van sîxur û xebatkarên wan bi operasyonên taybet hatine girtin. Di gelek qadan de derbeyên giran li tora rêxistinbûna MÎT’ê hatiye xistin. Bi her girtinê re, agahî û belge zêdetir bûne û xebatên MÎT'ê tên li Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê di warê pratîk de hatiye felçkirin."

BAYIK: DIBE KU EM BELGEYAN HIŞKERE BIKIN

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik derbarê rêveberên MÎT’ê yên ku hatin girtin ji Stêrk Tv re axivû û got, ‘’Dema ku li Îmraliyê ew şerê pîskolojîk û taybet dihate kirin, dewleta Tirk a faşîst dixwest di vî şerî de encamê bigire û rêxistiniya  komkujiya Parîsê kirin. Telîmat Erdogan da, Hakan Fîdan bi MÎT’ê re pêk anî. ‘’ Bayik diyar kir derbarê operasyona navborî di dest wan de gelek agahî hene û got bi demê re dibe ku van bi raya giştî re par ve bikin.