Li Stockholmê çalakiyên pişgtiriya bi gelên Îranê re

Serhildana gelên Îranê yên li dijî polîtîkayên rejîmê û hejariyê didomin, ji bo piştgirîdayîna çalakiyên gel li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin

Kurdistanî û welatiyên Îranê roja Çarşemê li Stockholmê li Qada Sergel bi mîtîngehê rejîma Îranê protesto kirin, duh jî çalakî li pêşiya Sefaretxaneya Îran a li taxa Lîdîngo a ji derveyî Stocholê berdewam kir.

Çalakî duh seat 14:00’an de li ser banga ‘Şora’ ya  rêxistinên çepgir û şoreşger ên Îranê li pêşiya avahiya Seferatxaneya Îran pêk hat. Di çalakiyê de nivîskar û akademîsyên Îranê axivîn û peyamên piştgirîdayîna çalakiyan dan.

Axaftvanan nerazîbûn nîşanî DYA û Îsraîlê dan,  ku destwerdana karê hindir ê Îranê dikin û bang li partî, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan kirin ku pişgtiriya çalakiyên gel yên li dijî rejîmê daketîn qadan bikin.

GEL, TEQTÎKA MOLLA YAN A JI BO SÎNORKIRINA XWEPÊŞANDANAN XIRA KIR

Serokê berê yê Yekîtiya Nivîskarên Swêd û PEN Swêd Rojnamevan-Nivîskar Bahram Rahmanî bi bîr xist ku xwepêşandanên li bajarê Meşhedê yê Îranê belavî zêdetirî 100 avahiyên jîngehê bûne û herku diçe radîkal dibin.

GEL, WÊ GIRTIYÊN SIYASÎ AZAD BIKE

Bahramî diyar kir ku karker, jin û ciwan serokatiya xweşpêşandanan dikin û wiha got; “Beriya çend rojan gel ji bo azadkirina girtiyên siyasî li pêşiya Girtîgeha Evîn çalakiyan li dar dixin. Gel wê deriyên girtîgehan bişkêne û girtiyan azad bike. Gel dixwaze sîstema xwe ava bike û bixwe xwe bi rê ve bibe.”

GEL JI VÊ REWŞA BI JEHR NIKARE HILMÊ BISTÎNE

Li ser navê PJAK’ê AmÎr Babakrî jî bibîrxist ku li Îranê karker, gel û kêmnetew dibin zextên giran de ne û wiha domand; “Niha hemû bi hevre daketine kolanan û çalakiyan li dar dixin û daxwaza mafên xwe dikin. Bêkarî, hejartî zêde bûye. Rejîm ji bo hemû azadiyan sînorek daniye. Gel êdî di rewşa bi jehr a niha de nikare hilmê bistîne” Babakrî banga piştigiriyê li Kurdîstanî û Îraniyên ku li Swêdê kir.

Hinek ji xwepêşandêran û nûnerên rêxisinên Îranê pirsên me yên têkildarî xwepêşandnên Îranê ku didomin bersivand.

WÊ NE HÊZÊN JI DERVE, GELÊ ÎRANÊ BIRYAR BIDE

Nûnerê Parika Ked a Îranê (Tufan) Jamshîd Cemalî diyar kir ku çalakiyên gel yên ku hefteyekê didomin  serî rakirinekî li dijî dîktatoriya Molla, ku 39 sal in hemû mafên gel desteser kiriye.

Cemalî wiha domand; “Wê ne hêzên ji derve biryara li ser gelê Îranê bide. Gel li herêmê Lîbyaya nû, Sûriye û İraqê naxwaze. Kar, jiyana azad û azadiyê dixwazin. Gel dixwaze xwe bi xwe rêvebibe.”

KARKER, JIN Û CIWAN SEROKATIYA XWEPÊŞANDANAN DIKIN

Xwepêşandan di sala 2009’an der derketin holê û cûdahiya di navbera roja me ya îro de wiha ye; “Xwepêşandanên beriya 8 salan ji bo hîleyên di hilbijartinan de hatibûn kirîn nerazîbûnek bû, di heman demê de serokatî ji xwepêşandanên reformîst  dikir. Vê carê karkerên ku serokên wan di girtîgehan de têne girtin û bi mehane mûçe wernegirtin, hemû mafên wan hatine desteserkirin, jin û ciwanên bê kar serokatiya xwepêşandanan dikin.”

JI BO GELÊ KURD FIRSENDEKE MEZIN E

Ji PJAK’ê Ejîn Ahmed jî diyar kir ku gelê Îranê bi salan e di bin zextekî giran de dijî û wiha got; “Niha daketina gel ya li dijî zextan pêşveçûneke gelek mezin e. Gel Îranekî demokratîk û azad dixwaze. Li Îranê kêmnetewe, li Rohilatê Kurdistanê gelê Kurd di nava zextekî giran de ye. Girtiyên polîtîk demeke dirêje di girtîgehan de ne. Ev raperîn ji bo me gelê Kurd ji bo ku em daxwazên xwe bînin rojevê fersendeke gelek mezin e. Ez bi hêvî me ku piştî van çalakiyan wê li Îranê guhertinên erênî çêbibin. Gel êdî zextan qebûl nake. Gel demokrasî û azadî dixwaze, guhertin dixwaze. Hebûna jin û ciwanan a li kolanan hêviyekî erênî dide me.”

SERÎ RAKIRINA HEJARAN, KARKER Û JINA NE

Endamê Komîteya Navenda Partiya Komunîst a Îranê Mahmûd Kahramanî jî wiha got; “Tevgera gel a li Îranê derketî holê, nerazîbûneke li dijî hejartî, bêkarî, zemê û nelirêtiyê ye û gel sistema çandî, siyasî û ekonomî ya cûda dixwaze.

PJAK’Ê JI BO ÇALAKIYAN BANG KIR

PJAK’ê ji bo piştgirîdayîna gelên Îranê ku li dijî rejîmê daketî kolanan diyar kir ku wê roja 7’ê Çile Yekşemê seat 13:00’an de li Qada Mynttorget a Stockholmê çalakî li dar bixe. Bang li hemû Kurdisaniyên ku li Swêdê û raya giştî ya Swêdê hate kirin ku ji bo pişgtirîdayîna gelên Îranê û ji bo mil dayînê  tevlî çalakiyan bibin.