Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li ser komkujiyên Parîs û Silopiyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Sîstema kapîtalîst-mêtinger bi wêrankirin û texrîbatên daye mirovahiyê, derdor û xwezayê jiyana me bi gefên mezin re rû bi rû hiştiye û bê hênase hiştiye.
Di sedsala 21’emîn a ku mirovahî û xweza bê hênase hatiye hiştin de, erdnîgariya Mezopotamya ya ku dergûşî ji Mezopotamyayê re kiriye wê careke din li hemberî sîstema kapîtalist-mêtingeriyê ji mirovahiyê re bibe hênaseyek û dergûşiyê ji têkoşîna şaristaniya herdem re dike.
Erdîngariya Rojhilata Navîn ku ji şer, koçberî, sûîqest û trajediyêm mezin jiyaye bûye qada şerê cîhanê yê sêyemîn. Hemû şer û nakokî bingeha xwe ji modernîteya kapîtalist û sîstema wê netewe-dewletê digirin.
Gelên Rojhilata Navîn di sedsala 21’emîn de ji bo ji sîstema netewe dewletê ya kapîtalîst-mêtinger û ji zendên wê xwe xelas bike; ji bo azadî, adalet, wekhevî, aborî, jiyaneke xweşî artamî û bêşer têkoşîna mirovahiya mezin dide.
Bêguman di vê têkoşîna azadiyê de hêza pêşeng, Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku bi paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk-Neteweya Demokratîk bi gelemperî ji gelên Rojhilata Navîn û bi giştî mirovahiyê re jiyaneke nû û azad peşkêş dike.
Tevgera Azadiya Kurdistanê di bingeha xwe de wekî tevgera civakbûnî ya hemdem û nûjen ava bûye, di vê avabûnê û hemû pêşketinan de her tim ya diyarker û pêşeng jina azad civakbûnî û têkoşîna wê bû.
Tişta ku bingeha sîstema kapîtalist-mêtinger hejandiye; ew sîstema nêviya civakê di qadên civakî, siyasî, aborî, hilberîn, çandî û hwd. ji hemû qadên jiyanê dûr xistine, bi mêtingeriyeke dijwar û sîstema tecwizkarî ya ku jinan xistiye bindestên xwe. Ev yek bûye civakbûn, azadî û têkoşîna jinan. Ji ber vê yekê sîstema kapîtalîst-mêtinger jinên azad û civakî ji xwe re wekî gef û talûkeyeke mezin dibîne û ji bo tunekirinê wê hedef digire.
Di 9’ê Mişeya 2013’an de yek ji sazkar û pêşenga Tevgera Jinên Kurd Sakînê Cansiz, yek ji pêşenga Tevgera Jinên Kurd û kadroya dîplomasiyê Fîdan Dogan yek ji kadroyên pêşengane Tevgera ciwanan Leyla Şaylemez bi piştgiriya sixurîn Fransayê ji hêla sixurîn Tirkiyeyê ve bi komploya duyemîn a navneteweyî hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz û hevrêyên wê bûne civaka azad û ya ku jiyaneke pêşkêşî mirovahiyê dikin û bûne hemû jinên dinyayê.
Sakîne Cansiz a ku azadiya gelên Kurdistanê wekî azadiya jinan didît û di vê rêyê de ji xwe re xeteke berxwedanê jiyaneke efsaneyî diyar kiribû, wekî Roza Luksemburg a ku di serê sedsala 20’emîn de hat qetilkirin, ji hemû jinên dinyayê re bû sembol û pêşeng.
Sakîne Cansiz di serî rakirina jinên Kurdistanê, xwerêxistinkirinê û di hemû qadên civakî de pêşketina tevgera jinên azad de rola pêşengiyê rola pêşengiyê meşand, tevî du hevrêyên xwe ji hêla sîxurên Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin.
Ev komkujiya ku wekî Komkujiya Parîsê ketiye nav rûpelên dîrokê, ligel di ser wê de 4 sal derbas bûne jî ji hêla îstîbarata Fransa, polîs û daraza wê ve derbarê berpirsan lêpirsîneke kûr nehatiye kirin. Berovajî vê yekê ji bo ser vê komkujiyê bigirin ketine nava liv û tevgerê ev jî îstîxbarat û daraza Fransayê di bin tohmetê de hiştiye. Divê gelê kurd û raya giştî ya navneteweyî vê yekê baş zanibin ku derbarê komkujiyê de di destên îstîxbarata Fransayê de daneyên xurt hene. Daneyên destên xwe bidin bidin daraza Fransayê û wê xwe ji şermeke mezin xelas bikin.
Li gorî di çapemeniyê de derketiye, 2 rayedarên MÎT’ê yên di destên PKK’ê dene gotine ku Komkujiya Parîs bi destên MÎT’ê pêk hatiye. Heke daraza Fransayê di çarçoveya van agahiyan de lêkolîna xwe xurtir bikin wê biryareke di cih de bidin.
Di serî de gelên me yên li Ewropayê dijîn hemû gelên Kurdistan û raya giştî ya navneteweyî dê dest ji vê komkujiyê bernedin û heta hesab ji kujeran bipirsin têkoşîna xwe dê bidomînin.
Şopdarên Sakîne Cansizan; kadroyên pêşeng ên Tevgera Jinên Azad Sêvê Demîr,Pakîze Nayir û Fatma Uyar ji bo xwerêveberiya demokratîk û vîna demokratîk a gelê me derxînin holê têkoşîn meşandine. Ev hersê pêşengên jinan di 6’ê Çileya 2016’an de li Silopiyê ji hêla polîs û artêşa Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin.
Yek jê li nava Ewropayê li Parîsê yên din jî li warê serhildanên salên 90’î û dergûşa civakbûn û têkoşîna azadiyê li dilê Botanê Silopiyê hatin qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku sîstema mêtinger bê çiqasî ji Tevgera Jinên Azad ditirse û bûye bingeha azadiyê.
Di salvegera komkujiyê de em careke din di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyaran de ev komkujiya li hemberî jinên kurd pêk hatiye lanet dikin. Di serî de em bang li gelê me yê li dîasporayê û Ewropayê dijîn, gelê me û dostên gelên xwe dikin ku hesab ji kujerên komkujiya li Ewropa û Kurdistanê pêk hatine bipirsin û têkoşîna xwe kûrtir bikin."