Elmanya: Têkiliyeke zêde ya Osmanen Germanîa bi AKP’ê re heye

Wezareta Karê Navxwe yê Eyaleta NRW’ê diyar kir ku têkiliyeke zêde baş ya çeteyên Tirk ‘Osmanen Germanîa’yê bi AKP’ê re heye.

12’ê Kanûnê di televizyona ZDF’ê de, di bernamya ‘Frontal 21’ê de bi belgeyan hatibû ragihandin ku ‘Osmanen Germanîa’ (Osmaniyên Elmanî) çeteya çekdar a rejîma Erdogan a li Elmanyayê ye. Hatibû tespîtkirin ku fînansorê rêxistina çete parlamenterê AKP’yî Metîn Kulunk e û Kulunk ferman dabû rêxistina çete ku li dijî Kurdan çalakiyên çekdarî bikin, li gorî tomariyên deng diyar dibû ku Kulunk fermanên derbarê çeteyan de rasterast ji Erdogan distîne.

Polîtîkavanên Elman xwestin ku çete were qedexekirin, li gel vê Wezareta Navxwe ya Westfalya ya Rena Bakur (NRW) daxuyaniyeke nû hat. Wezaret ji rojnameya Kolner Stadt-Anzeîge re axivî û got, ‘’Têkiliyeke zêde baş di navbera Osmanen Germanîa bi AKP’ê û lîderê wê Erdogan re heye’’.

Wezaretê her wiha diyar kir ku endamên çete li ser înternetê nîjatperestiya Tirk dikin. Teşkîlata Parastina Destûrê ya Eyaleta NRW’ê diyar kir ku di demên dawî de endamên ‘Osmanen Germanîa’ di çalakiyên UETD( Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropa) de, ku rejîma AKP’ê ava kiriye, weke karmendên ewlehiyê dixebitin.

Serokê Yekîtiya Polîsên Krîmînal ê Elmanyayê yê NRW’ê Sebastîan Fîedler ji rojnameyê re axivî û got, ‘’Endamên nîjatperest ên komê, weke destê dirêj ê Erdogan, bi wê potansîyelê ne ku dikarin li Elmanya bi armanca îdeolojîk sûc bikin. Bi van sûcan dixwazin kesên ku rexneyan li Erdogan dikin çavtirsandî bikin.’’

Piştî ku agahiyên derbarê çeteyên Tirk ên Elmanya de, ku heta niha dihatin veşartin ji hêla raya giştî ve hatin naskirin, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan gotibû agahî hatiye ber destê wan ku li Ewropayê, li dijî Kurdan, Elewiyan, Ermenan û nûçegihanên ji Tirkiyê wê suîkast werin kirin.

Tê gotin agahiya ‘wê suîkast were kirin’ a Paylan dibe ku têkildarî girtina lîderên rêxistina çete Mehmet Bagci, Selçûk Şahîn û Levent Uzundal be, ku di operasyona bi ser çeteyên Osmanî de hatibûn binçavkirin û serê Kanûnê hatibûn girtin. Darizandina van her sê lîderê çeteyan wê Adarê dest pê bike.

Tê diyarkirin ku bi desteka rejîma Erdogan di nav wan koman de ku li Elmanya zû geş dibe Osmanen Germanîa heye, ku 2015’an hatibû avakirin û 2500 endamên wê hene. Koma çete li Aachen, Bielefeld, Bochum, Dortmund, Düsseldorf, Duisburg, Essen, Kolln û Munsterê rêxistinbûyî ye.