Xelata yekem a qebûlkirina dîktatoriyê ya Fransa; Peymana 3,4 mîlyar Euro

Hate ragihandin ku di dema serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Parîsê didome de, bi kargehên Fransayê re peymana parastinê hatiye îmzekirin.

Li gorî daxuyaniya hevpar a ji aliyê hevkariya Fransa-Îtalya Eurosam ve hatî kirin bi giştî 3.4 mîlyar Euro ji bo sîstema parastina hewayê ku demekî dirêj derbasî jiyanê bibe peyman hatiye îmzekirin.

Ragihandina peymanê balkêşe ku di dema serdana Erdogan a ji bo Parîsê de hate ragihandin.

Li Fransayê partiyên mûxalefeta çepgir nerazîbûnekî tund nîşanî serdanê kir û têpayîn ku sîstema parastina hewayê jî di nav de li ser gelek peymanên aborî hevdîtin were kirin.

Li aliyê din hatibû ragihandin ku di hevdîtinê de wê Sûriye, Filistin, têkiliyên Trikiye û Yekîtiya Ewropa di nav de wê mijara ‘mafê mirovan’ jî were destgirtin.