HDK-A Fransa: Em tevlî meşa Parisê bibin

HDK-A ji bo meş û mîtînga Parîsê banga tevlêbûnê kir.

HDK-A bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir plana jiholêrakirina muxalîfan ku beriya bi 5 salan îstîxbarata Tirk bi fermana AKP’ê dayî, bi rengekî vekirî kuştina sê jinên şoreşger dest pê kirî li gel ku hê jî berdewam e, kujer ji hêla hikûmeta Fransayê ve biraya giştî re bi rengekî vekirî nehatine teşîrkirin û darizandin, dadmendî pêk nehatiye.

HDK-A’yê di daxuyniya xwe de bal kişande ser îfadeyên rêveberên MÎT’ê yên di dest KCK’ê de û got haziriyên suîkastê yên ku beriya bi demeke kurt li Elmanya derketin holê, yên li dijî Kurdên siyasî û muxalîfan, bi rengekî zelal nîşan dide ku li welatên Ewropayê li dijî muxalîfan tîmên ‘lejyoner’ hatine bicihkirin.

HDK-A’yê diyar kir ku di salvgera 5’an a komkujiyê de saet 11.00’an wê li cihê komkujiyê, Gare du Nordê bin, banga dadmendiyê bikin û bang li welatparêz, demokrat, şoreşger û çi kesê xwedî wijdan kir ku li gel dost û malbatên xwe hazir bin.

HDK-A’yê got, ‘’Bi zanebûna her ku em bêdeng bimînin zêdetir hevalên me û muxalet wê werin bêdengkirin, mirovên me yên li welêt ji me wêrekiya xwe distînin, Şemiyê, 6’ê Çile ‘Em ê jî li wir bin.’’