Ciwanên Şoreşger li bajarên Tirkiyeyê di çalakiyan de ne

Tevgera Ciwanên Şoreşger  (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan (DGK) di çarçoveya Pêngava Serî Hilde de li bajarên Tirkiyeyê gelek çalakî pêk anîn.

DGH û DGK têkildarî çalakiyan ev agahî dan:

STENBOL

Li Esenyûrtê di 22’ê Kanûnê de 5, 28’ê Kanûnê de jî wesayîtek hate şewitandin. Endamê HOH (çeteyên AKP'ê) AKP’yî Emrah ê ji Mûşê hate cezakirin.

Li Umraniyeyê cihê kar ê serokê navçeya Ak ocaklar bi bombeya deng hate bombekirin. Di heman demê de li Dudullû ya Umraniyeyê 2 wesayit hatin şewitandin.

Li Bagcilarê cihê kar ê tekstîlê ya girêdayî faşîstan ji aliyê yekîneya tolhildanê ya Ş.Delal Amed ve hate şewitandin. Avahiya 5 qat bi temamî şewitî.

28’ê Kanûnê li taxen Organgazî û Çeşme yên Gungoranê ji hêla yekîneya tolhildanê ya Ş. Azê Malazgirt ve 3 wesayitên faşîstan hatine şewitandin.

HERÊMA DERYA SPÎ-EGE

Bi berdewamî hate gotin, ‘Em DGH û DGK pêngava xwe ya ‘Serî Hilde’ bi xebatên stîcer ê nivîsîna ser rojevê ya li ser dîwaran, bi danezanên derbarê azadiya Rêber Apo, bi têkoşîna dijî polîtîkayên şerê taybet ê AKP’ê ku ciwanan dixe çirava fihûşê û tiryakê pêşwazî dikin.’’

Têkildarî çalakiyan ev agahî hate dayîn;

Di dîroka 09.12.2017’an de li Muglayê hemwext 2 wesayît hatin şewitandin.

Di dîroka 01.12.2017’an de li Mûratpaşaya Antalyayê di heman demê de 3 wesayît hatin şewitandin.

26.11.2017’an de li Manîsayê depoya fabrîqeya hêkan a girêdayî faşîstan hate şewitandin.

16.11.2017 li Kepez a Antalyayê ji aliyê yekîneya tolhildan a Şehîd Mawa TORî ve li djî wesayîta dijmin bi bombeya deng a ku bizmar û xar  jî di nav de bombe hatiye avêtin.

Li Manîsayê faşîstan êrîşî cihê kar kirin.

5.12.2017 li Îzmîrê cîhê ku firotina madeyê hişbir lê dihate kirin,hate şewitandin.

Li Îzmîrê di dîrokên cuda de 5 wesayîtên girêdayî faşîstan hatin e şewitandin.