Erdogan wê Yucel berde û Elmanya jî wê çekan bide

Diyar bû ku rejîma Erdogan li ser nûçegihan Denîz Yucel ku rehîn hatiye girtin li pey bazareke genî ye.

Wezîrê Karê Derve yê Elman Gabrîel beriya hevdîtina bi Çavûşoglu re axivî û got, ‘’Bila Denîz Yucel were berdan, em ê jî îxracata çekan a ji bo Tirkiyê bipejirînin.’’

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglu ji bo ku bi hevtayê xwe Sîgmar Gabrîel re rûne îro wê were Elmanyayê.

Beriya ziyaretê Gabrîel derbarê welatiyê Elman ku rejîma Erdogan rehîn girtiye daxyaniyek da. Gabrîel ji kovara Der Spîegel re axivî û wiha bang li Enqerê kir:

 ‘Tirkiye endamê NATO’yê ye û di şerê dijî DAÎŞ’ê de  hevkarê me yê têkoşînê ye. Lê li gel vê jî hikûmeta federal îxracata çekan a ji bo Tirkiyê napejirîne. Heta ku bûyera Denîz Yucel çareser nabe ev arîşe çareser nabe.’’

Wezîr Gabrîel diyar kir ku rewşa girtiyên welatiyên Elman ên li Tirkiyê ji bo wan girîng e û got, ‘’Heta ku em nikaribin bi hev re biaxivin têkiliyên nav du welatan çareser nabin’ û wiha amaje bi wê kir ku ji bo bazarê derî vekirî ne.