Prz. Comte: Îfadeyên MÎT’ê ji bo dozê girîng in

Parêzerê  doza Cansiz, Dogan û Şaylamez Antoîne Comte diyar kir ku doz bi argûmanên cuda wê bidome û got, ‘’Heke îfadeyên rêveberên MÎT’ê yên di dest KCK’ê de belgeyên di dest dozgerê Fransiz de piştrast bikin ev ji bo dozê pir girîng e.’

Bi mirina gumanbar ê kujer ê yek ji damezînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîse Fîdan Dogan û  endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ku 9’ê Çile ya 2013’an li Bûroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya paytexta Fransayê Parîse hatibûn kuştin, doz kete rewşeke şîlo, parêzerê Antoîne Comte di daxuyaniya xwe de ya ji bo ANF’ê got, ‘’Heke îfadeyên rêveberên MÎT’ê yên di dest KCK’ê de belgeyên di dest dozgerê Fransî de piştrast bikin ev ji bo dozê pir girîng e.’’

 ‘MÎT BERPIRS TÊ DÎTIN’

Comte diyar kir di dosyayên berdest de gelek argûman û belge berpirsan bi rengekî zelal nîşan didin û got, ‘’Hê dawî li dozê nehatiye. Bi mirina Omer Guney re ku tê gotin cînayet wî kiriye, doz hate xistin. Daxwaza me ew e ku doz ji bo kesên derveyî Guney jî bidome. Ji ber ku di vê dosyayê de hinekî dî jî hene. Di vê dozê de hin berpirsên MÎT’ê jî hene ku berpirs têne dîtin. Rasterast ji hêla dozger ve têne sûcdarkirin. Heke em mantiqê sazkar bikin divê em heta bepirsan biçin.’’

Comte diyar kir ku ji gelek deveran ew li benda agahiyan in û got ji bo ku ziyan li pêvajoya dozê nebe niha van nabêjin. Comte diyar kir ku di dosyayê de, ya ku ji hêla dozgerê Fransiz ve hatiye amadekirin hin nav hene û got, ‘’Vê gavê hema bibêje ne pêkan e ku kesên ku sûcên wan teqez bûne ji welatên ku lê dimînin werin standin’’ û tiliya xwe bi Tirkiyê ve kir.

‘JI BO DOZÊ ÎFADEYÊN RÊVEBERÊN MÎTÊ GIRÎNG E’

Comte bal kişande ser îfadeya rêveberên MÎT’ê Erhan Perînçek û Aydin Gunel ên di dest KCK’ê de û got, ‘’Di dosyaya Omer Guney de belgeyên girîng ên çespandî hene ku tiliya xwe bi MÎT’ê ve dikin. Heke îfadeyên rêveberên MÎT’ê yên di dest KCK’ê de van belgeyan piştrast bikin ev ji bo dozê pir girîng e. Ev agahî heke bi delîlên ku di dest dozgerên Fransiz de ne, bibin yek ev ê pir girîng be.’’

Parêzer Antoîne Comte diyar kir tîmên kuştinê yên Tirkiyê li Elmanya, Fransa û Belçîkayê li dijî Kurdan û muxalîfan di nav tevgerekê de nû got divê tevîr werin standin.