Rêveberên MÎT'ê yên di destê PKK’ê de ne çi gotin?

Agahiyên 2 berpirsên MÎT’ê ku par li Cizîrê hatine girtin ( nasnameya wan hê nehatiye ragihandin) û agahiyên berpirsên MÎT’ê yên ku li Dukanê hatin girtin têne rûberîhevkirin û têne zelalkirin. KCK diyar dike ku van xebatan 5 mehan dom kiriye.

Derbarê du rêveberên payebilind ên MÎT’ê ku PKK’ê Tebaxa bihurî li Başûrê Kurdistanê, li nêzî bendava Dukanê ew girtîn agahî û belgeyên nû derketin holê. KCK’ê derbarê kesên pêwendîdar 2’yê Çile daxuyaniyeke berfireh da. Tê payin ku rojên pêş agahî û belgeyên cuda werin parvekirin.

Pêşî em dîsa binerin bê ka bûyer çawa bûye û em pê de biçin bê ka rêveberên MÎT’ê dibe ku çi gotibin.

Operasyona ku rêveberên MÎT’ê hatibûn girtin Tebaxa 2017’an pêk hat. Ji pasaportên ku li ser van kesan hatî girtin diyar dibe ku 3’yê Tebaxa 2017’an daketine Balafirxaneya Silêmanî.

Ji rêveberên MÎT’ê yên ku hatine girtin yek jê Erhan Pekçetîn û yek jê jî Aydin Guney e. Li gorî agahiya di daxuyaniya KCK’ê de Pekçetîn ‘Serokê xebatên dabeşkariya etnîk a Navwelêt’ e ku daîreya herî stratejîk a MÎT’ê ye’.

Aydin Guney jî li hundir û derve Rêveberê Kanên Mirovî yê MÎT’ê ye.

Ango; kesên wiha ne ku hay ji hemû agahî û şebekeyên MÎT’ê hene.

Armanca van kesan a çûna Silêmaniyê ew bû ku suîkastê li rêveberên payebilind ê PKK’ê bikin an jî operasyoneke dî bikin.

Bûyer destpêka Tebaxê dibe lê hazirî 5 mehan didomin. MÎT bi navbeynkariya yekîneyên xwecih ê herêmê difikire ku wê operasyonê li rêveberiya PKK’ê bike. Rêveberiya PKK’ê jî bi îstîxbarata dijber MÎT’ê ber bi herêmê ve dikişîne. Piştî ku yekîneya xwecih a MÎT’ê dibêje, ‘’Êdî temam e, em dikarin çareser bikin’, rêveberên MÎT’ê yên bi navê Guney û Pekçetîn bi mebesta ku ‘operasyon’ê rasterast bi rê ve bibin ji Enqerê diçine Silêmaniyê. Ji Silêmaniyê jî derbasî Dukanê dibin. Ji ber ku Dukan herêmeke nêzî Qendîlê ye. Û çawa ku diçin ji hêla yekîneyên hêzên taybet ve têne girtin.

Tê diyarkirin dîmenên operasyonê yên dema girtina wan jî hene. Lê hê jî nehatine weşandin.

Bi qutebirî; berovajî ya ku tê zanîn, ev rêveberên MÎT’ê ne ku dema diçine operasyonê û kar berovajî dibin têne girtin. Bi operasyoneke dijber a plankirî têne girtin. Reşwa ku ji geşedan û daxuyaniyan tê fêhmkirin ev e.

Baş e, piştî vê operasyonê çi bû?

Bi vê operasyonê re helbet ne tenê du rêveberên MÎT’ê, yekîneyên wan ên taybet bi temamî têne girtin.

Piştî girtina van ne ji hêla PKK’ê ve û ne ji hêla Enqerê ve ti daxuyanî nehatiye dayin. Enqerê pêşî di ser YNK’ê re peyam gihandiye PKK’ê û xwest ku ev kes werin berdan. PKK’ê ew bernedan û diyar kir ku lêpirsîna xwe berfireh dikin. Hewldanên YNK’ê yên bi israr jî encam neanî. Li ser vê, Enqerê nûnerê YNK’ê Behroz Gelalî dersînor kir. YNK’ê diyar kir ku ev ‘dersînorkirin’ têkildarî girtina rêveberên MÎT’ê ye û wiha raya giştî jê agahdar bû.

Rêveberiya Enqerê ku di ser YNK’ê re tiştek bi dest nexist, ji hêzên cuda yên navnetewî alîkarî xwest. Ziyareta Hakan Fîdan a li paytextên sê dewletên mezin bi vê re têkildar e. Hewldanên van dewletan ên bi ser PKK’ê de jî bi xwe re ancam neanî. Weke encam Enqerê xwest ku ev kes radestî hêzên sêyem werin kirin lê ev jî pêk nehat.

Ji daxuyaniyên ku van rojan têne kirin diyar dibe ku agahiyên ku van kesan dane pir girîng in û bi wî rengî ne ku dikarin hemû xebatên MÎT’ê yên dijî PKK’ê deşîfre bikin.

Wiha;

Ev kes û hemû yekîne û hêmanên wan ên ku li Başûrê Kurdistanê bi wan re têkildar in deşîfre dibin û piranî jê têne girtin. Ango endamên MÎT’ê yên ku PKK’ê ew girtine ne yek, du, se kes in, hê zêdetir in. Li Başûrê Kurdistanê xebatên MÎT’ê yên bi dijberiya PKK’ê têk diçin.

Her wiha agahiyên 2 berpirsên MÎT’ê ku par li Cizîrê hatine girtin ( nasnameya wan hê nehatiye ragihandin) û agahiyên berpirsên MÎT’ê yên ku li Dukanê hatin girtin têne rûberîhevkirin û têne zelalkirin. KCK diyar dike ku van xebatan 5 mehan dom kiriye û ji bo vê jî daxuyanî bi derengî ketiye.

Bi qutebirî; van kesan derbarê xebatên MÎT’ê yên li Başûr, Rojava, Bakur û Ewropayê gelek agahiyên berfireh dane. Ev agahî hatine tomarkirin. Rêveberiya PKK’ê, li ber ronkahiya van agahiyan operasyonên dijber daye destpêkirin, herî dawî di nav 5 mehan de gelek operasyon pêk aniye û piştî qonaxekê di raya giştî re par ve kiriye.

Êdî ji van operasyonan çi qas jê wê were hişkerekirin û çi qas jê neyê hişkerekirin em pê nizanin.

Lê hêla herî girîng e vê operasyona ku li dijî MÎT’ê hatî kirin komkujiya Parîsê ye.

9’ê Çile a 2013’an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez li Parîsê hatin qetilkirin. Bi belgeyê hate çespandin ku tetîkkêş ji MÎT’ê re dixebite. Ti şik û gumana Kurdan jê nîn e ku plana komkujiyê ji hêla Enqerê ve hatiye girêdan. Lê agahiyên berfireh ên ku rêveberên MÎT’ê dane, komkujî bi hemû hêlên xwe ve derxistiye holê.

Weke ku tê zanîn 2014’an belgeyek û tomareke deng a têkiliya MÎT’ê ya bi komkujiya Parîsê re hate weşandin. Di vê belgeyê de (nûçeya têkildar li jêr e) îmzeya 4 rêveberên MÎT’ê heye. Yek ji van jî S. Asal e. Li gorî agahiyên rêveberên MÎT’ê yên ku ji hêla PKK’ê ve hatine girtin, dane, navê S. Asal ê rastî Sebahattîn Asal e. Ev kes ‘rayedarekî dewletê’ ye ku bi Muhammed Dervîşoglu re di hevdîtinên Îmraliyê de û yên bi PKK’ê re cih girtiye.

Sebahattîn Asal ku di hevdîtinên Îmraliyê de tim bi rengê ‘rayedarê dewletê’ cih girtiye, di hin hevdîtinan de xwe bi navê ‘Ozan’ bi hêla pêşber dide naskirin..

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez, ne ji hêla ‘wan kesan ve ku dixwestin pêvajoya aştiyê asteng bikin’ lê ji hêla muxatabên wan ên vê pêvajoyê, yên Enqerê ve hatin qetilkirin.

Pêvajoya ku jê re ‘pêvajoya aştiyê’ dihate gotin jixwe operasyon bû. Bi hevdîtinê operasyona tasfiyekirinê. Ango; şandeyên ku diçûne Îmraliyê û Osloyê her wiha li Parîsê û Qendîlê plana cînayetan girêdidan.