Lİ Parîsê Kurdistanî komkujiya Parîsê protesto dikin

Li Parîsê di 5’emîn salvegera qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger de, lêgerîna heqîqet û edaletê didome.

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrînera PKK’ê Sakînce Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatibûn qetilkirin. Di 5’emîn salvegera qetlîamê de çalakiyên bi girseyî tê lidarxistin. Kurdistaniyên li Ewropa dijîn li pêşiya Boruya Enformasyon a Kurdistanê ku 3 jinên şoreşger ên Kurd lê hatibûn qetilkirin, dicivin.

Sibehê bi hezaran Kurdistanî li pêşiya Gar de Nordê kombûn û dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Kujer Erdogan’ qîr dikin.

Kurdistaniyên ku hatin pêşiya Boruya Enformasyon a Kurdistanê mûm pêxistin.

Gelek saziyên Fransayê ji bo meşê banga tevlîbûnê kirîbûn, meşa ku bi tevlîbûna girseyî ya Kurdistanî û dostên wan yên ji welatê Fransa û welatên din ê Ewropayê pêk hatî li Qada Repûbliqe wê veguhere mîtîngê.