Balûken: Berdêla xwe çi dibe bila bibe...

Parlamenterê HDP'yî yê girtî Îdrîs Balûken got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê dilsozê nirxên têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bin."

Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Îdrîs Balûken ê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê dîl tê girtin û duh 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.

Balûken diyar kir, ev pêvajoya ku ku êrîş li karên me yên siyaseta demokratîk tê kirin, ji aliyê tevahiya welêt û raya giştî ya navneteweyî ve tê zanîn ku ne hiqûqî ye, lê siyasî ye. Balûken destnîşan kir ku biryara siyasî ya 4'ê Çileya 2018'an li dijî wî hate dayin, nîşan dide ku operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin.

Balûken got, "Bi vê biryarê dixwazin têkoşîna me ya demokrasî, aştî û azadiyê bifetisînin. Bila gelê me zanibe, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê dilsozê nirxên têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bin.

Ji ber vê yekê, îradeya me ya bi biryar wê pêvajoya qirkirina siyasî pûç bike.

Bi bîr û baweriya serketina têkoşîna me ya azadî, aştî û demokrasiyê, hemû hevalan û gelên Tirkiyeyê silav dikim."