Macron pesnên berjewendiyên aborî da, Erdogan dîsa tehdîd kirin

Serokkomarê Fransa Macron li xwe mukûr hat ku sedemên li pişt vexwendina Erdogan ‘têkiliyên aborîne’, Erdogan dîsa diyar kir ku eger li dijî PKK’ê piştgiriyê nekin gefa wê ‘terorîzim wan bikin hedef’ kir.

Macron ê di dema hevdîtina du alî de di konferansa çapemeniyê de axivî, dûr û dirêj besa sedama vexwendina Erdogan kir û xwest sedemê hatina wî vebêje. Macron têkiliyê aborî û siyasî yên di navbera her du welatan de derxist pêş, anî ziman ku divê li ser ‘Têkoşîna bi terorîzmê re’ û di serî de li ser pirsgirêkên Sûriye û yên herêmê hevkariyê bikin.

Di dema konfernsa çapemeniyê de hevkariya Fransa-Îtalya Eurosam li gel Tirkiye di navbera Roketsan û Aselsanê de sîstemap arastina hewayî peyman hate îmzekirin. Her wiha di konferansê de di navbera Aîrbûs û Rêya Hewayî ya Tirk de jî peyman hate îmzekirin. Marcon diyar kir ku wê di mijarên mîna lawirvanî û sektorên din de jî wê peymanan bike.

MACRON TAWÎZ DA: EM Ê LI DIJÎ PKK’Ê TÊKOŞÎN BIKIN

Macron ê tawîzên li hemberî hikûmeta AKP’ê dayî rêz kir, anî ziman ku wê li dijî PKK’ê têkoşînê bike.Macron destnîşan kir ku wê li dijî derfetên darayî yên PKK’ê bi rêveberên Tirk re kar bikin. Macron ê behsa girîngiya têkoşîna Tirkiye ya li dijî çeteyên DIAŞ’ê û komên mîna wan kir bal kişand.

Macron anî ziman ku Astana û Soçî girîng in lê wê ‘aştiyê neîne’ diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde behsa girîngiya muzakereyên di bin çavdêriya NY’yê de kir.

ERDOGAN DÎSA KURD KIRIN HEDEF

Serokkomarê Tirk Erdogan di axaftina xwe de berjewendiyên aborî derxist pêş, anî ziman ku wê hê zêdetir têkiliyên aboîr pêş bixin.

Erdogan diyar kir ku 3,5 milyon koçberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê dijîn, îdîa kir ku ji bo koçberan 30 miyar dolar xerçkirine.

Erdogan di axaftina xwe de YPG /YPJ xiste rojevê, li dijî Kurdan xwest ku gav bên avêtin. Erdogan bê ku navê dewletê bide dest bi tewşîkirina ‘lîstik hatin lîstin’ kir.