‘Rola MÎT’ê teqez bû; divê Fransa tevbigere’

Li paytext Parîsê, ji bo sê jinên şoreşger ku hatibûn qetilkirin Kurd û dostên wan civîn çêkirin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa, Tevgera Jina Kurd û Koordînasyona Hevgirtinê ya bi Kurdistanê re ya Fransayê bi hevkarî ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku beriya bi 5 salan li Parîsê hatin qetilkirin daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

Civîn bi moderatoriya Endama Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJKE) Nursel Kiliç saet 11.00’an, li hêwana Rody ya li Dercarest pêk hat. Di civînê de parezerê dozê Antoîne Compte, nivîskar Nîls Andersson, li ser navê Koordînasyona Navnetewî ya bi Kurdistanê re SLYVÎE Jan, birayê  Sakîne Cansiz Metîn Cansiz, nûnerên gel ên Tamîlê û gelek polîtîkavanên Kurd hazir bûn.

KILIÇ: KCK’Ê CAREKE DÎ ROLA DEWLETA TIRK DERXISTE HOLÊ

Nursel Kiliç di axaftina xwe de got beriya bi 5 salan sê jinên Kurd bi dest MÎT’ê, bi fermana dewleta Tirk hatine kuştin, diyar kir ku komkujiya di behsê de parçeyek û berdewamiyek ji komkujiyên dewleta Tirk ên bi ser Ermen, Kurd, Asûr û gelên di ye, her wiha daxuyaniya 3’yê Çile KCK’ê ya destnîşan kir û got, li gorî agahiyên ku rêveberên MÎT’ê yên ku di dest wan de dane kesê ku fermana komkujiyê daye Sebahattîn Asal e û got bi vê careke dî rola MÎT’ê û ya dewleta Tirk a di vê komkujiyê de derketiye holê.

Kiliç bang li daraza Fransa kir ku dadmendiyê pêk bîne.

PRZ. COMPTE: DIVÊ FRANSA BI SER KOMKUJIYÊ DE BIÇE

Parêzerê Baroya Parîsê û her wiha parêzerê sê jinên Kurd Antoîne Compte diyar kir ku di dosyayên berdest de gelek argûman û belge bi rengekî berbiçav hene, bal kişande ser axaftina Serokkomarê Tirk Erdogan ku Nîsanê axivîbû û got, ‘’Erdogan wan deman derbarê komkujiya navborî got, hin hêzên di nav dewleta Tirk de li Parîsê ev komkujî pêk anîne. Bi ser de, gotibû ev ev kuştin ji bo sabotekirina pêvajoya aştiyê ye. Ev axaftina her wiha berpirsyariya dewleta Tirk a di vê mijarê de nîşan dida. Divê mirov vê axatinê bi bîra wî bixe. Divê mirov bipirse yên ku ev komkujî organîze kirin çi bi wan hat’’.

Compte di bal kişande ser berpirsyariya Fransa ya di vê pêvajoyê de.

Compte bal kişande ser daxuyniya KCK’ê û got navê Sabahattîn Asal 2014’an di belgeyê de derbas bûye û got, ‘’Wê demê ji daxuyaniya Serwîsa Veşartî ya Elman em hîn bûbûn ku kesê navborî endamê MÎT’ê ye.Serwîsa veşartî ya Elman diyar kiribû ku kesê navborî endamê MÎT’a Tirk û li ser navê Tirkiyê hevdîtinan dike, piştî belgeya navborî hatiye weşandin têkiliyên xwe pê re birine û ev agahî di çapemeniya Elman de weşayibû. Divê Tirkiye van navan bîne cem hev. Divê Fransa bi wêrekî bi ser vê bûyerê de biçe.

Tîmên kuştinê ji bo tesfiyekirina muxalîfên Kurd û Tirk di nava tevgerê de ne. Dozên li Fransa û Belçîkayê hene hemû bi dozên Fransayê ve girêdayî ne. Divê em vê hemû kifş bikin û ji ber vê dema em lê binêrin kom û tîmên kuştinê ku dixwazin li welatên Ewropayê muxalîfan bikuşin tên, wê demê em ê tirsa hikûmeta Fransa bibînin. Comet diyar kir ku divê li Ewropa têkoşîşna li dijî bêhiqûqiyê bê kirin, destnîşan kir ku ji dozên li Elmanya didomin di mijara veşartinê de ne xwedî ti agahiyan in.”

Di dewama civînê de li ser navê Koordînasyona Piştgiriya li gel Kurdistaniyên Fransa Sylvîe Jan jî axivî û wiha got: “Ev 5 sal derbas bû. Ji wê dîrokê heta niha tiştek nehatiye guhertin. Em navê kesên ku fermana vê qetlamê dane dizanin. Divê Fransa erka xwe ya siyasî û hiqûqî bîne cih. Terora dewleta Tirk di heman demê de ne li ser civaka Kurd li ser civaka Fransayê ye jî. Rojhilata Navîn di nava xwîn û şer de ye. Kurd têkoşîna xwe didomîne.

Di dewama civînê de Nivîskar û Milîtanê Antî-Kolonyalîst Nîls Andersson û piştî daxuyaniyê jî dayika Serokê Şêrên Rizgariya Tamîl Eelam a li Fransa Nadarajah Mathînthîran a di sala 2012’an li Parîsê hate qetilkirin axivî.

Daxuyanî bi pirsên rojnamevanan ve bi dawî bû.

LÎSTEYA QETILKIRINÊN SIYASÎ

Lîsteya lîderên siyasî yên piştî sala 1950’an û şûnde li Parîs hatine qetilkirin. Têkildarî navên kesên siyasî yên hatine qetilkirin ti dadgehkirinek pêk nehatiye û ti ceza jî nehatiye dayîn.

21/05/1959: parêzvanên koma parastina aktivîstên FLN ya li Cezayîr Amokrane Oûld Aoûdîa yê Cezaîrî.

29/10/1965: Damezrênerê Yekîtîya Hêzên Navneteweyî ÛNFP û ji berpirsê amadekariya Trîcontînental a Hewayê Mehdî Ben Barka yê Fasî.

8/12/1972: Nûnerê FKO yê Artêşa Rizgariya Filistîn Mahmûd Al Hamcharî yê Filistînî.

5/04/1973: Endamê Eniya Rizgariya Gel ê Filistîn, Iraq PFLP Basil Al Kûbaeîsî.

28/06/1973: Aktivîstê Cezaîrî FLN ji Cezaîrê Mûhammed Boûdîa, piştre jî weke enternasyonalîst tevlî PFLP’ê dibe.

4/05/1978: Çalakvanê enternasyonalîst ê Misrî Henrî Cûrîel- Cezaîr û Filistîn.

21/09/1980: Salar Bîtar, Sûriyeû li dijî rejîma Sûriye.

29/03/1988: Li Bakurê Afrîqa Dûlcîe Eylul nûnerê ANC li Fransa

7/04/1989: Andrr Mecîlî, Cezayîr, lîderê Front des Forces Socîalîstes FFS

8/06/1992: Atef Bsîssoû yê Filistînî, Endamê Konseya Şoreşger a Fetîh FKO

1995/11/07: Abdelbakî Sahraoûî, avakerê diyalogê ya navbera aliyên şer a Cezaîr û piştgirîkerê FIS û ji damezrênerê Eniya Îslamî.

26/10/1996: Kandîah Perînpanathan ve Kandîah Kesenthîran, Lîderê Şêrên Rizgariya Tamîl Eelam ên Ewropa

8/11/2012: Nadarajah Mathînthîran, Serokê Şêrên Rizgariya Tamîl Eelam ên Fransa.

9/01/2013: Yek ji damezrênera PKK’ê Sakine CansiIz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Kurd Leyla Şaylemez,

Bê ku pêkanînekî qanûqî bê kirin, di dema operasyonan de li Fransayê ji 20’an zêdetir milîtanê ETA’yê hatine kuştin.