ROJEVA 6’Ê ÇILE YA 2018’AN

6’ê Çileya 2018’an, rojeva Navenda Nûçeyan

-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin şopandin.

-Operasyonên li Bakurê Sûriyê yên li dijî DAÎŞ’ê û geşedanên pê ve girêdayi wê werin şopandin.

-Serhildanên li Îranê û Rojhilat wê werin şopandin.

-Kurdistaniyên li Ewropayê di salvgera komkujiya Parîsê ya 9’ê Çile ya 2013’an de wê li Parisê bi meş û mîtîngan komkujiyê şermezar bikin.

-Parêzerê doza Cansiz, Dogan û Şaylamez  Antoîne Comte diyar kir ku doz bi argûmanên cuda wê dom bike û got, ‘’Heke îfadeyên rêveberên MÎT’ê yên di dest KCK’ê de belgeyên di dest dozgerê Fransiz de piştrast bikin ev ji bo dozê pir girîng e.’’

-Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven li ser qetilkirina damezînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîse Fîdan Dogan û  endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez axivî.

-Li Erdîşê ya Wanê Nexweşxaneya Dewletê ku di erdhejê de ziyaneke mezin lê çêbûbû bi avaniya prefabrîk xizmetê dide navçeyê û derdorê. Lê serê 200 hezar kesî doktorek dikeve.

-Xizmên kesên ku hatine nebedîkirin weke her şemiyê îro jî wê li aqûbeya xizmên xwe bipirsin.