Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdana malbatê hate redkirin.

Xwişk û birayê Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi rêya parêzeran ji bo hevdîtina roja duşemê cara 58'an serî li Sedrozgeriya Komarê  ya Bursayê dan.  Serdogzgeriyê carek din serlêdan red kir.

Malbatên 3 girtiyên din  Hamîlî Yildirm, Omer Hayri Konar û Veysel Aktaş jî  serlêdana hevdîtinê kirin û serlêdan hate redkirin.

Serdozger bi hinceta Hêjmara 5275'an a sînorkirina der barê hikûmxwaran de daxwaza malbatan red kir.

Malbata Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha  58 caran serlêdan kir û serlêdana wan hat redkirin.