HDP'ê pirsa 'Komkujiya Silopiyayê' li hikumetê kir
Parlamentera HDP'yî Aycan Îrmez, Komkujiya Silopiyayê xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'yî Aycan Îrmez, Komkujiya Silopiyayê xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Aycan Îrmez, li ser kuştina siyasetmedarên Kurd Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar pêşniyar pirsek pêşkêşî meclîsê kir.
Îrmez ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû xwest, bersiva van pirsan bide:
"Tevî ku 2 sal di ser kuştina 3 siyasetmedarên Kurd re derbas bûne, çima hê daxuyaniyeke ku dilê raya giştî rehet bike nehatiye dayin?
Piştî ku me bi rêya serokwekîlên koma xwe, xwe gihand we û cihê 3 siyasetmedarên Kurd ji we re ragihand, li şûna ku ambûlans biçin vê herêmê, çima gule lê hate reşandin? Haya we ji vê gulereşandinê hebû, kê fermana gulereşandinê da?
Di ser kuştina 3 siyasetmedarên Kurd re 2 sal derbas bûn. Van 2 salan ji bo ronîkirina komkujiyê lêpirsînek hatiye destpêkirin? Eger hatibe destpêkirin di kîjan astê de ye?
Kesên ji bo teşxîskirina cenaze çûn, îdîakirin ku rûyê wan nedihate naskirin û bi êşkenceyê hatine kuştin. Ji bo tespîtkirina vê îdîaya êşkenceyê û ronîkirina hemû aliyên komkujiyê, hûn ketine nava ti hewldanan? Eger na, sedema vê çi ye?
Sê siyasetmedarên jin ji aliyê kê ve û çawa hatin kuştin? Yên ku van înfazan dikin, fermana xwe ji kê digirin?
Tevî ku li cihê înfaz lê hate kirin şer nebû jî, çima hêzên ewlekariyê yên wezareta we êrîşî wir kirin û ambûlans neşandin?
Kesên komkujî kirine, ji kîjan saziyê ferman girtine?"