Fransa: Otorîteya herêmî ya li Rojava dikare çeteyan darizîne
Wezareta Edaletê ya Fransayê diyar kir ku welatiyên Fransayê yên tevlî DAÎŞ'ê yan jî komên din ên çet bûne û li Rojava hatine girtin, dikarin yekser li Rojava werin darizandin.
Wezareta Edaletê ya Fransayê diyar kir ku welatiyên Fransayê yên tevlî DAÎŞ'ê yan jî komên din ên çet bûne û li Rojava hatine girtin, dikarin yekser li Rojava werin darizandin.
Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê leşkerî ve hatin têkbirin, mîna li gelemperiya Ewropayê li Fransayê jî nîqaşên li ser darizandina çeteyên Îslamî yên tund ên vegerin, dewam dikin.
Wezîra Edaletê ya Fransayê Nîcole Belloûbet got, tevî ku welatê wan hê dewleteke Kurd bi nas nake jî, çeteyên 'cîhadîst' dikarin li Rojavayê Kurdistanê bên darizandin.
NENASKIRINA WEKE DEWLETÊ LI PÊŞIYA DARIZANDINÊ NE ASTENG E
Belloûbet ji BFMTV re axivî û got, "Tevî ku dewleteke (Kurd) em nas dikin tine be jî, otorîteyên herêmî yên li wê derê dikarin darizandinê bikin." Belloûbet di mijara darizandinê de gotina 'otorîteya herêmî' ya li Rojava bi kar anî û destnîşan kir ku eger ev otorîteyên herêmî mafên tercûman û parêzeran ên çeteyên girtî garantî bikin, ti astengî nîne ku li Rojava neyên darizandin.
'OTORÎTEYÊN HERÊMÎ' KU ÇETE GIRTINE
Wezîra Edaletê ragihand, eger otorîteyên herêmî yên li Rojava van garantiyan nedin, dewleta Fransa wê bi rêya parastina konsolosxaneyê ya jî xaça sor û saziyên din ên însanî karibe bikeve dewrê.
Tevî ku navê 'otorîteyên herêmî' ji aliyê Nîcole Belloûbet ve nehatine eşkerekirin jî, balkêş e ku Belloûbet gotina 'otorîteyên ku çeteyên cîhadîst di destê wan de ne' bi kar anî. Di rewşa heyî de li Rojava, saziyên demokratîk ên bi pêşengiya Kurdan wek otorîteya herêmî hene.
FRANSAYÎ DIXWAZIN LI CIHÊ SÛC LÊ KIRINE BÊN DARIZANDIN
Piştî ku DAÎŞ û rêxistinên din ên çete ji aliyê leşkerî ve têk çûn, li Fransayê aqûbeta bi sedan çeteyên vegerin Fransayê tê nîqaşkirin. Di medya civakî û şîroveyên li ser mijarê de, Fransayî bi giranî dixwazin ev çeteyên welatiyên Fransayê, li cihê lê sûc kirine werin darizandin.
Lê belê parêzer û malbatên çeteyan dixwazin ew li Fransayê werin darizandin.