Li Parîsê meşa protestoyê dest pê kir
Li paytexta Fransayê Parîsê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylamez û hesabpirsîna ji kujeran bi hezaran kes meşîn.
Li paytexta Fransayê Parîsê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylamez û hesabpirsîna ji kujeran bi hezaran kes meşîn.
Di sala 5’an a qetilkirina yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez de bi deh hezaran kes hatin cem hev û sê jinên şoreşger ên Kurd bi bîr anîn.
Bi deh hezaran Kurd û dostên wan ku di serî de ji Fransa, Elmanya, Belçîka, Holland û ji gelek welatên Ewropayê rahiştin wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez, daxwaza dadmendiyê kirin û xwestin ku berpirs werin darizandin.
DIRÛŞMÊN BI HELWEST ÊN LI DIJÎ FRANSAYÊ
Kurd berê sibehê li cem Parîs Gare Du Nord hatin cem hev û bi pankarta ‘’5 ans: de sîlence! De dênî de justîce! D’impunîtê!’’ ango dest bi meşa ‘’Sala 5’an: Bêdengî, înkara dadmendiyê û bêcezahiştinê’’ dest bi meşê kirin.
Li pêj kortejê malbata Cansiz, Dogan, Şaylemez û her wiha siyasetmedarên Kurd, Fransiz, parlamenter, senator, nûnrerên Rêxistinên Şoreşger ên Tirkiyî, nûnerên rêxistinên jin ên femînîst, komên anarşîst û gelek kes hebûn. Gel saet 12.00’an ber bi Meydana Repûblîque ve meşiya.
Gelek caran dirûşm li dijî Fransa û Tirkiyê hatin berzkirin, di meşê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan flamayên PKK, YPG û YPJ’ê jî têne hilgirtin.