Sê jinên şoreşger ên Kurd li Bonnê hatin bibîranîn

Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylamez ku li Parîsê hatin kuştin li Elmanya Bonnê bernameyeke bîranînê hate çêkirin.

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ku li Parîsê hatibûn kuştin li Bonnê ya Elmanya bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Bername ji hêla Komîteya Hevgirtinê ya Boon-Kurdistanê ve li NCKD a Bonnê hate kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdan li ser navê komîteyê axaftin hatin kirin, çîroka jiyanê û têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylamez hate xwendin û her wiha ji pirtûka Sakîne Cansiz ‘’Jiyana Min Tim Şer bû’ hin beş hatin xwendin.

PÊVAJOYA KU BER BI KOMKUJIYÊ VE DIÇÛ HATE DESTNÎŞANKRIIN

Hevalên sê jinên şoreşger ên ji Weqfa Jinê ya Uta-Amarayê axivîn û bal kişandin ser Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, têkoşîna jinê û wate û giringiya vê ya ji bo hemû jinên dinyayê û têkoşînên azadiyê. Her wiha polîtîkaya şerê gemarî ya ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, têkiliyên vê polîtîkaya yên navnetewî hatin destnîşankirin.

Li ser rola Sakîne Cansiz a di nav Têkoşîna Azadiyê û nasnameya wê axaftin hate kirin û hate gotin,’A balkêş û divê mirov li ser bifikire ew e ku di demeke wiha de ku di navbera dewleta Tirk û PK’ê de hevdîtin hebûn ev komkujî pêk haiye. Dema ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li ser maseyê hevdîtinên aştiyê dibûn, di heman demê de plansaziya cinayetê divê lê were kolan. Pir kirêtî ye ku Ewropa komkujiyên dewleta Tirk ên bi konetî asteng nekiriye û bûye hevkarê wê. Ji vir jî tê fêhmkirin ku ‘komploya pêvajoya 99’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tim berdewam dike.’’

Her wiha hate gotin xitimandin bi paradîgmaya Ocalan û şêwaza têkoşînê ya hevrêyên Ocalan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez dikare vekirin.

Piştre belgefîlmeke 90 deqeyî ya li ser jiyana sê şoreşgeran hate nîşandan.