Polîsên Elman dest danîn ser hezaran pirtûk û CD'yan
Polîsên Elman ku avêtin ser Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Multimediayê, dest danîn ser artşîva ji hezaran pirtûk, CD û stranan.
Polîsên Elman ku avêtin ser Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Multimediayê, dest danîn ser artşîva ji hezaran pirtûk, CD û stranan.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maiziere de hate destpêkirin, polîsên Elman bi rengekî ne kêmî polîsên AKP'ê roja Pêncşemê saet 5'an avêtin ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û MÎR Multimedia yên li bajarê Neuss ê Elmanyayê. 3 rojan li her du saziyan lêgerîn kirin û lêgerîn duh danê êvarê qediya. Polîsan bi gelek TIR û qemyonan, pirtûkên Weşanxaneya Mezopotamyayê û album, arşîv û cîhazên qeydkirinê yên li MÎR Multimediayê desteser kirin. Pirtûkên bi navê "Kürtler ne İstiyor", "Lehrbuch der Kurdischen Sprache", "Barış Umudu","Rojava", "Kürdistan Kartalı", "Derwêş ile Adulê", "Kürdistan’da Êzidîlik Gerçeği ve Rolü","2005-2015 Türkiye-PKK Görüşmeleri", "Kürdistan Tarihinde Dersim","Jineolojiye Giriş", "Yaşam Gerçeğinde 20 yıl" jî di nav de 828 cûre û bi hezaran pirtûk, 4 hezar 500 kaset, CD û hard disk ên stranan hatin desteserkirin.
POLÎSAN HER DER TALAN KIRIN
Ji hunermendên MÎR Multimediayê Cewad Merwanî li ser serdegirtina polîsan agahî da ANF'ê û got, "Piştî ku polîs jê derketin, destûr dan ku em bikevin saziyên xwe. Dema ku em ketin nava buroyên xwe, me dît ku her der ji hev hatine xistin û ref vala ne. Li vê derê bi hezaran pirtûk û CD hebûn. Hemû niha vala ne. Mîna ku hatiye talankirin. Komupter, malzemeyên qeydê yên li studyoyê û mîkrofonên me jî di nav de hemû eşyayên me birine. Tiştek nehiştine. Kezeba me dişewite. Mirov naxwaze vê yekê bibînin. Mîna ku barbarî û talan kirine."
'WÊ NIKARIBIN PÊŞÎ LI ME BIGIRIN'
Merwanî anî ziman ku karê wan tenê huner e û got, "Bi sedan hunermendên Kurd li vir dixebitin. Em hewl didin çanda xwe ji nifşên nû re ragihînin. Wekî din em mîna pirekê têkiliyê di navbera civaka Elman û ya Kurd de datînin. Lê belê ev helwesta li hemberî me tê nîşandan cihê şermê ye. Ji dema Hitler û vir ve cara yekê ye ku ewqas pirtûk têne desteserkirin. Ev zîhniyet û ew zîhniyet yek e."
Hunermend Cewad Merwanî destnîşan kir ku zext û zordarî wê nikaribin bi wan û di nav her şert û mercî de hunera xwe bikin.