Va ye giştînameya nû ya dewleta Elman a li dijî Kurdan

Saziyên dewletê yên Elmanyayê, li dijî Kurdan giştînameyeke nû weşand. Giştînameya ku 29'ê Çileya 2018'an hate amadekirin, ne kêmî biryarname û qanûnên Rewşa Awarte yên rejîma Erdogan e.

Di giştînameyê de ku ANF'ê bi dest xist, Wezareta Karên Hundir ji eyaleta dixwaze ku di qedexekirina PKK'ê de hê bi tund tevbigerin.

Eşkere bû ku şîdet, zext û dozên dema dawî li Kurdên li Elmanyayê hatin kirin, bi dîrektîfa Wezareta Karên Hundir hatine kirin. Giştînameyek weke ya 2'ê Adara 2017'an ku alên PYD, YPG/YPJ hate qedexekirin, careke din hate amadekirin.

Giştîname bi îmzeya rêveberê beşa "ewlekariya cemaweriyê" ya Wezareta Karên Hundir Stefan Kaller ve hate weşandin û ji 16 eyaletan re hate şandin. Giştînameya ku ji 6 rûpelan pêk tê, bi sernavê "Bicihanîna qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)" hate weşandin.

Wezareta Karên Hundir ji vê nivîsa xwe, daîreya serokwezaretiyê, wezaretiya karên derve, wezaareta edaletê, rêxistina parastina destûra bingehîn, midûriyeta emniyetê ya federal, polîsê federal û rêxistinên polîsên eyaletana gahdar dike.

Di beşa destpêkê ya giştînameyê de, sembolên PKK û 'organîzasyonên pê ve girêdayî' ji nû ve tê nirxandin û tê destnîşankirin ku giştînameya 2'ê Adara 2017'an hatiye nûkirin.

MÎNA KU BI DESTÊ AKP'Ê HATIYE NIVÎSANDIN

Di giştînameyê de ku gotinên dijminane yên li dijî tevgera azadiyê ya Kurd mîna ku ji aliyê karmendên desthilatdariya AKP'ê ve hatine nivîsandin cih digirin, ji hemû eyaletên li Elmanyayê tê xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê hê bi tundî bi cih bînin.

Di giştînameyê de saziyên Kurdan ên ku bi rengekî qanûnî li Elmanyayê vebûne, xwedî destekeke xurt a gel e û ti sûc û şîdet nekirine, tên krîmînalîzekirin.

Di giştînameyê de mîna biryarnameyên AKP'ê, azadiya fikir û ramanê tê binpêkirin. Di giştînameyê de tê gotin, hemû sembol, nivîs û dengên 'tên bihîstin/tên dîtin' ku PKK'ê tîne bîra mirovan qedexe ne.

Di giştînameyê de gotinên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikişînin. Tê destnîşankirn ku Ocalan lîder û damezrînerê PKK'ê ye û tê gotin, "Di çavê alîgirên wê de PKK û Ocalan tên heman weateyê." Di giştînameyê de tê nivîsandin ku hildana wêneyên Ocalan di xwepêşandanan de rê li ber "bandoreke hestewarî" vedike.

Wezareta Karên Hundir bi vê şertê ji rêveberiyên 16 eyaletan tê xwestin ku destûra hildana wêneyên Ocalan bidin: "Eger di xwepêşandanekê de wêneyên Ocalan bi ti awayî balê nakişîne ser PKK'ê, eger ji bo çarenûsa wî ya şexsî û şert û mercên wî yên girtî bin, hingî wêneyên Ocalan di çarçoveya sembolên qedexekirî de nayê nirxandin."

Di giştînameya Wezareta Karên Hundir de tê îdîakirin ku PKK xwedî bernameyeke çalakiyan a salane ye û "Plansaziya çalakiyên PKK'ê" wiha rêz kir:

- Bîranîna alîgirên PKK'yî yên Çileya 2013'an hatin kuştin.

- Pîrobahiyên Newrozê.

- Festîvala Mazlûm Dogan.

- Festîvala Çandê ya Kurdistanê.

- Salvegera derketina Ocalan ji Sûriyeyê û çalakiyên meha Mijdarê.

- Çalakiyên der barê qedexeya li ser PKK'ê.

- Çalakiyên ji bo savlgera damezrandina PKK'ê.

Di pêveka giştînameya ji 6 rûpelî de acreke din tê gotin ku di xwepêşandanên li raya giştî vekirî de sembolên gelek sazî û organîzasyonan, nivîs, deng an jî dîmenên wan qedexekirî ne. Di dawiya giştînameyê de pêvekeke din a ji 4 rûpelî hene. Di vir de jî al û sembolên hatine qedexekirin yek bi yek tên nîşandan. Di vê lîsteyê de PYD, YPJ û YPG jî hatine bicihkirin û bi devê desthilatdariya AKP'ê wiha tê gotin, "PYD partiyeke PKK'ê ye."

Yekîtiya Xwedenarkên Kurdistanê (YXK) û YXK Jin ku bi rengekî fermî li Elmanyayê xwe bi rêxistin kiriye, di lîsteya giştînameyê de cih digirin. Di dawiya giştînameya Wezareta Karên Hundir de tê gotin, ku li şûna giştînameya 2'ê Adara 2017'an êdî ev giştîname bi cih were anîn.