Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Efrînê li hev civiyan

Partî, sazî, rêxistinên pîşeyî û kesayetên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo di asta neteweyî de destekê bidin Efrînê û helwesta xwe eşkere bikin, li hev civiyan. Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç got, "Efrîn aram nebe, Ewropa jî aram nabe."

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 51'ê de ne. Şervanên YPJ, YPG û gelê Efrînê li dijî êrîşan bi xurtî li ber xwe didin. Ji Japonya heta Awûstralya û Ewropayê li dehan welatan Kurdistanî û dostên wan xwepêşandanan li dar dixin.

Kurdên li Ewropayê ev 50 roj in bi çalakiyên xwe bûen beşek ji berxwedana Efrînê. Sazî, partî, rêxistinên pîşeyî û keyayetên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo piştgiriyê bidin Efrînê û asta neteweyî de helwesta xwe ya ji yekîtiyê ragihînin, li hev civiyan.

Civîn bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Komîteya Xwedîderketina li Efrînê li Hollandayê bi dirûşma "Helwesta Neteweyî ji bo berxwedana Efrînê" tê lidarxistin. 57 partiyên siyasî û 53 rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de bi sedan kes tevlî civînê bûn. Ji bilî saziyên Kurdan, nûnerên saziyên Asûrî-Suryanî, Ermenî, her wiha gelek rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û nûnerên saziyên Ereb tevlî bûne.

'EFRÎN MESELEYA TEVAHIYA KURDISTANÊ YE'

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç di destpAêka civînê de axivî û qala armanca civînê kir. Koç got, "Weke saziyên Kurd em îro dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê nîşan bidin. Bi vê helwestê, em bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, NATO û Ewropayê şermezar dikin. Heta ku dengê xwe li dijî dewleta Tirk bilind bikin, em ê bêdeng nemînin. Efrîn aram nebe, ev der jî aram nabe."

Koç destnîşan kir ku Efrîn ne tenê meseleya parçeyekî Kurdistanê ye û wiha dewam kir: "Efrîn meseleya tevahiya Kurdistanê ye. Efrîn meseleya Ermenî, Suryanî û Tirkmenan e. Serketina Efrînê serketina azadîxwazan e. Weke KNK'ê em berxwedana Efrînê silav dikin."

FERMANDARÊ YPG'Ê: KOLAN BI KOLAN EM Ê LI BER XWE BIDIN

Ji fermandarên YPG'ê yên li Efrînê Mehmûd Berxwedan peyameke bi deng ji civînê re şand. Berxwedan diyar kir ku ev 50 roj in ew li ber xwe didin û got, "Em soz didin gelê xwe. Ev 50 roj in em li ber xwe didin. Ji niha û pê ve jî em ê li ber xwe bidin. Me heta niha li dijî mêtingeriyê li ber xwe dan, em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin. Divê dewleta Tirk û Erdogan baş bi vê zanibin. Wê têk biçin. Me soz da Efrînê û gelê Kurd. Em ê her bihosta axa Efrînê, em ê her dara zeytûnê biparêzin."