Çeteyên AKP'ê gefa kuştinê li Serokwezîrê Thuringenê xwarin
Çeteyên AKP'ê gefa kuştinê li Serokwezîrê eyaleta Thuringen a Elmanyayê Bodo Ramelow xwarin. Ramelow duh bi rêya hesabê xwe yê medya civakî destek dabû berxwedana YPG'ê ya li Efrînê.
Çeteyên AKP'ê gefa kuştinê li Serokwezîrê eyaleta Thuringen a Elmanyayê Bodo Ramelow xwarin. Ramelow duh bi rêya hesabê xwe yê medya civakî destek dabû berxwedana YPG'ê ya li Efrînê.
Serokwezîrê Eyaleta Thuringenê yê ji Partiya Çep Bodo Ramelow li ser hesabê xwe yê Twitterê li pey hev gotina "YPG" nivîsandibû û destek dabû berxwedana YPG'ê. Ramelow bêdengiya civata navneteweyî bi taybetî bêdengiya Elmanyayê ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kiribû.
Piştî vê parvekirinê ku bala raya giştî ya Elman kişand, derket holê ku çetyeên AKP'ê gefa kuştinê li Ramelow xwarine. Ramelow ji ajansa nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û piştrast kir ku gef lê hatine xwarin û hevsera wî jî kirine hedef.
Serokwezîrê ji Partiya Çep anî ziman ku dîmenên montajkirî yê ku tê îdîakirin "yê hevsera wî ne" di medya civakî de hatine weşandin û destnîşan kir ku ew ji gefan atirse û wê piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê bidomîne.
Ramelow anî ziman ku parlamenterê AKP'ê Mûstafa Yeneroglû ew kiriye hedef û diyar kir, parvekirinên wî yên li medya civakî li ser binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye ku bi êrîşa li ser Efrînê re hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.
Serokwezîr Bodo Ramelow di parvekirinên xwe de ev bang kiribû:
"Efrîn çarenûsa xwe bi xwe diyar dike. Ez her êrîşeke partnerê NATO'yê weke êrîşa li dijî nirx û azadiya me dibînim. Bi rengekî vekirî hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Piştgiriyê bidin Rojava û Efrînê. 'Aghet' navekî ku bi zimanê Ermenî li bûyerên qewimîne hatiye kirin e. Gelo Ewropa dixwaze li êrîşên partnerekî NATO yên li dijî Kurdan û Êzidiyan temaşe bike?"