Kurdên li Viyanayê ji bo Efrînê meşiyan
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê bi meşekê hatin şermezarkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê bi meşekê hatin şermezarkirin.
Kurdistanî saet 23'an li meydana Westbahnhofê li hev civiyan û heta ber Parlamenta Awûstûryayê meşiyan.
Polîsan ji ber "bê destûr e" hewl da pêşî li meşê bigirin, lê belê çalakger bi biryardarî meşiyan. Piştî demekê çalakiya rûniştinê kirin û rê li trafîkê girtin. Dûre heta ber Parlamenta Awûstûryayê meşiyan û bi daxuyaniyekê ji bo meşa îro saet 17'an a ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk banga tevlîbûnê hate kirin.