Li balafirgeha Dusseldorfê çalakiya sivîl a ji bo Efrînê

Li balafirgeha navneteweyî ya bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji bo Efrînê çalakiya bê îteatiya sivîl pêk hat. Polîsan êrîşî çalakgeran kirin û 4 kes birîndar kirin.

Girseya gel a ji bajarên Duisburg, Essen û Dusseldorfê hat, li Termînala C a balafirgeha Dusseldorfê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir.

Çalakiya bê îteatiya sivîl saet 12:30'î pêk hat û hevkariya hikumeta Elman a bi hikumeta Tirk re hate şermezarkirin.

Faşîstên Tirk car carna hewl dan provokasyonê bikin. Ji ber ku çalakgeran dest li provokasyonê werdan, polîsên Elman êrîşî çalakgeran kirin û 4 çalakger birîndar kirin.

Çalakiya li balafirgehê di dema amadekirina nûçeyê de hê dewam dikir.