Şervanê Bretonî yê YPG'ê li Fransayê hate bîranîn
Şervanê Fransayî yê bi eslê xwe Breton ê YPG'ê Olivier le Clainche (Kendal Breizh) ku 10'ê Sibatê li Efrînê şehîd bû, li bajarê Carhaixê hate bîranîn.
Şervanê Fransayî yê bi eslê xwe Breton ê YPG'ê Olivier le Clainche (Kendal Breizh) ku 10'ê Sibatê li Efrînê şehîd bû, li bajarê Carhaixê hate bîranîn.
Di merasîma bîranînê de ku li bajarê Carhaix ê Rojavayê Fransayê hate lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bêdengiya hikumetên rojavayî hatin şermezarkirin.
Bi sedan Kurd û dostên wan tevlî bîranînê bûn. Di bîranîna roja Şemiyê de sînevîzyonek li ser şoreşa Rojava hate nîşandan.
Tevî Parlamenterê Bretonyayê û endamê Meclîsa Herêmê Paul Molac û nûnerê HDP'ê yê li Ewropayê Eyyup Dorû gelek siyaetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de li sirûdên Kurdî, Fransî, Bretonî û Tirkî hate guhdarîkirin.
Merasîm ji aliyê Komeleya Dostaniya bi Kurdan re ya Bretonya û "Dost û hevrêyên Kendal Breizh" ve hate organîzekirin. Di dawiyê de nameyeke Kendal Breizh hate xwendin.
Şoreşgerê enternasyonalîst 10'ê Sibatê ji ber êrîşa balafirên şer ên hêzên dagirker ên Tirk de şehîd bû bû. Cenazeyê Breizh li Rojava hatibû veşartin.