Kongreya 3. a YJK-E li Dusseldorfê hate lidarxistin-NÛ BÛ III
3'emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dest pê kir.
3'emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dest pê kir.
Ji Meclîs, Komun û Insîyatîfên Jinan ên Elmanya gelek endam û nûnerên saziyên jin ên ji Elmanyayê beşdarî civînê bûne.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre hemû jinan bi yek dengî dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" qîriyan.
Endamên Meclîsên Jinan, Nûnerên Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî yên Elmanya SMJ-E, FEDA-Jin, Komîsyona Jinê ya CIK’ê, Saziya Malbatên şehîdan, Jinên Xwendekarên Kurdistanê JXK, Cenî, Utamara tevlî 3’emîn Kongreya YJK-E bûne.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Songül Ömürcan li vir axivî û bal kişand ser zext û zordariya dewleta Elman ên li ser Kurdan û saziyên Kurdan. Ömürcan got, "Divê em van zextan qebûl nekin. Li hemberî zextan divê em ji her alî ve rêxistinbûna xwe xurt bikin."
Songul Ömürcan di dewama axaftina xwe de işaret bi girîngiya dîplomasiya gelan a ji bo berxwedana Efrînê kir û axaftina xwe bi dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" qedand.
Nûnera MLKP'ê Gulcan Dersîm jî li ser berxwedana Efrînê û Şoreşa Rojava axivî û got, "Jinan şoreşa xwe pêk anî, vîna xwe danîn holê. Li Rojava şoreşa jinê nîşan da ku ruh û vîna jinê wê vê cîhanê xweş bike û ji ber wê hêzên desthilatdar êrîşî Efrînê dikin. Heyfa şoreşa jinê ji Efrînê dixwazin hilînin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Efrîn wê bi ser bikeve."
Di kongreyê de rapora Koordînasyoya YJK-E hate xwendin. Di raporê de zextên dewleta Elmanyayê yên li ser Kurdan û qedexeyên li ser alên YPG-YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nirxandin.
Beşdaran kongreya xwe li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Olan pîroz kirin û dilsoziya xwe ya bi Berxwedana Efrînê û Têkoşîna Azadiya Jinê anî ziman.
Jinên beşdarî Kongreyê bûn derbarê rapora salane de de nerînên xwe anîn ziman û rapora salane nirxandin.
Jinan Kongre li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin, êrîşen dewleta Elmanya şermezar kirin û diyar kirin ku ala wan ala mirovahiyê ye.
Hevseroka NAV-DEM'ê Ayten Kaplan diyar kir ku bi xwedîderketina li reng û alên xwe divê em bersivê bidin zext û qedexeyên dewleta Elmanyayê. Ayten Kaplan destnîşan kir ku gelek dostên Kurdan ên demokrat, sosyalîst li gel Kurdan in, sempatiya ji bo têkoşîna Kurd zêde bûye û divê jinên Kurd jî tevlîbûna xwe ya çalakiyan berdewam bikin û xurtur bikin.
Piştî axaftinan rapor hate qebûlkirin. Di kongreyê de jin gelek caran bi dengekî bilind dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.
BEŞDARAN BERÊ XWE DAN ÇALAKIYA JI BO EFRÎNÊ
Logoyeke nû ji bo YJK-E hate pêşniyarkirin. Logoya nû di kongreyê de hate erêkirin. Sembola jinê ya genim li ser bingeheke xemrî û di nava sembola jinê de agir logoya hate erêkirin pêk tîne.
Ayten Aslaner, Munever Azizoğlu, Zeynep Güner, Delal Yaman, Yıldız Filimci ji bo Desteya Rêveberiyê ya YJK-E hatin hilbijartin.
Di dawiya kongreyê de jinan kongreya xwe careke din li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Jin Jiyan Azadî, Bê Serok Jiyan Nabe“ qîriyan û jinan bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê“ bi cil û bergên xwe yên gelêrî berê xwe dan çalakiya li Düseldorfê ya ji bo Efrînê.