BI DÎMEN

Guler: Mafê jiyanê yê mehkûman ji wan tê standin

Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê parêzer Ahmet Guler got, "Taloqnekirina cezayê mehkûmên ku nexweşî li wan giran bûye û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bikin, tê wateya binpêkirina mafê jiyanê."

Girtîgehên li Tirkiyeyê veguherîne navendên êşkenceyê. Girtîgehên ku girtî dîl têne dîtin û bi her cûreyî ji mafên mirovî bêpar têne hiştin, bi êşkenceya bi rêk û pêk û mirinê di rojevê de ne. Parêzvanên mafên mriovan û hiqûqnas bi raporên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan hewl didin mijarê bixin rojeva raya giştî.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ahmet Guler li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Ahmet Guler bi bîr xist ku weke OHD wan serdana girtîgehên li Amed, Erzîgan, Erzîrom û Xarpêtê kirin û gelek binpêkirinên mafên mirovan ên ku li rûmeta mirovahiyê nayên, tespît kirin.

'MEHKÛMÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN'

Guler diyar kir ku di nava sîstema înfaza ceza ya Tirkiyeyê de pirsgirêkên mehkûmên nexweş ji pirsgirêkên herî girîng û giran e û got, "Mehkûmên nexweş nabin revîrê û nexweşxaneyê, dema ku dibin nexweşxaneyê jî bi têrkerî dermên nadin wan, teşhîsa hin nexweşiyan bi derengî tê kirin, rewşa fîzîkî ya girtîgehan ne li gorî jiyana girtiyên nexweş e, xizmetên tenduristiyê kêm in, di nava şert û mercên girtîgehê de bi têrkerî doktor, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê nînin. Ev yek jî rewşa girtiyên nexweş giran dike.

Li mehkûmên nexweş tê ferzkirin ku tenê bi rapora ji Saziya Tipa Edlî înfaza wan dikare bê taloqkirin ku ev yek jî dibe sedema pirsgirêkên cidî. Ev yek tê wê wateyê ku mafê jiyanê tê binpêkirin. Dema dawî taloqnekirina cezayê mehkûmên ku nexweşî li wan giran bûye û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bikin, tê wateya binpêkirina mafê jiyanê."

'NÊZÎKATIYA BÊCEZAHIŞTINÊ DIBE SEDEM KU BINPÊKIRIN ZÊDE BIBE'

Ahmet Guler anî ziman ku li girtîgehan têkildarî kesên ku mafên mirovan binpê dikin dadgerî tiştekî nake û got, "Ji ber çanda bêcezahiştinê û îdarî ya li Tirkiyeyê, wezîfedarên ku mafên mirovan binpê dikin nakevin ber lêpirsîneke bi bandor. Lêpirsînên têne destpêkirin jî seranser dimînin û encamek jê dernakeve. Kêmaniya mekanîzmayên kontrolkirinê yên serbixwe, astengkirina tespîtên di cih de yên li girtîgehan, pratîka bêcezahiştinê zêde bûne. Pirsgirêka serxwebûna dadgeriyê û zextên siyasî li pêşiya lêpirsînkirina wezîfedarên dibin sedema binpêkirinan, dibe asteng. Ev wezîfedar bi îdîaya ku îmaja dewletê xera nebe, nayên cezakirin. Ev yek jî dibe sedem ku binpêkirina mafên mirovan zêde bibe."​