Kurdên li Marsilya û Marignanê ji bo Efrînê rabûn ser piyan

Kurdistaniyên li bajarên Marsilya û Marignan ên Fransayê dijîn, qirkirin û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê tên kirin şermezar kirin.

Li stasyona trenê ya Marsilyayê û li Balafirgeha Marignanê çalakiyên bê îteatiya sivîl hatin lidarxistin û dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Her der Efrîn, her der berxwedan e" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Girseya gel destnîşan kir ku wê li pêşberî vê hovîtiya tê kirin bêdeng nemîne.

Girseya gel destnîşan kir ku eger ji niha û pê ve komkujî rû bidin wê Fransa û hemû dewletên Ewropayê şirîkê vê bin û got, "Di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê de çawa ku me hemû kolanên Ewropayê veguherandin qada serhidlanê, îro jî em ê ji bo Efrînê jiyanê bisekinînin û her derê bikin qada çalakiyê."

Cihekî din ê çalakiyê, Balafirgeha Marsilyayê bû ku li navçeya Marignanê ye. Komek ji Kurdistaniyan li nava balafirgehê çalakiya rûniştinê kirin.

Li Marsilyayê wê îro saet 13'an li Meydana Canebiere meşeke girseyî bê ildarxistin.