HBDH: Berxwedana Geziyê 12 salî ye

Komîteya Rêveber a HBDH’ê di salvegera Berxwedana Geziyê de daxuyanî da û got, “Me dît ku Gezî serhildaneke xwedî wê kêrhatinê ye ku dikare siberoja jinan, ciwanan û tevahî gelan ava bike.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi vî rengî ye:

“Gezî, navê wan rojan e ku gelan azadî kişand nava xwe.

Gezî, navê wan rojan e ku li Komuna Taksîmê kedkar û bindestan jiyana kolektif, piştevanî û parvekirin afirandin.

Gezî, navê wan rojan e ku bi têkoşîna yekgirtî ya gelan dewleta faşîst û dijminên gel têk çûn.

Gezî, navê wan rojan e ku mirov xwedî li jiyan, xweza û siberoja xwe derketin û wê hîn jî derbikevin.

Me dît ku Gezî serhildaneke xwedî wê kêrhatinê ye ku dikare siberoja jinan, ciwanan û tevahî gelan ava bike. Û serhildanek mezin bû; me zanî ku eger em rabin ser piyan xwediyên desthilatdariyê wê çawa birevin…

Rizgariya bindestan û kesên ku ji bo azadî, rojên kêfxweş û bedew, ji bo şoreşê şer kirine, di Geziyê de xwe nîşanî me da. Qada Taksîmê û derdora wê, li dehan bajaran qad ji aliyê gelan ve hatibûn azadkirin. Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bûrsa, Edene, Antakya û gelek bajaran şerên li kolanan bi rojan dewam kiribû. Gezî serhildana herî mezin, tevgera girseyî ya herî mezin a dîroka welatê me bû.

Gezî serhildana li dijî wan kesan bû yên ku sefalet û xizaniyê li kedkaran ferz dikin. Li dijî nelirêtî û rizînê serhildanek. Ala azadiyê ya mezin a li dijî tunehesibandin, biçûkxistin û cudakirinê.

Di serhildana ku 19’ê Adarê destpê kirî, ciwanan dîsa ji bo fetihkirina Taksîmê şer kirin. Ji bo karê ku li Geziyê destpê kirine, biqedînin gelan herikîn kolanan. Jinan li dijî komkujî, tacîz, destdirêjî û sîstema desthilatdariya mêr qad tejî kirin. Ciwanên ku naxwazin li cîhaneke bêsiberoj bijîn, li dijî bêkarî, bêçaretî û bêhêvîtiyê rabûn ser piyan. Hemû gelên bindest, Elewiyên kedkar, civakên neteweyî yên bindest ji bo azadî, rizgarî, cihaneke hîn baştir û siberojeke bi rûmet ketin nava liv û tevgerê û hîna jî ev têkoşîn didome. Ji bo têkoşîna li Geziyê destpê kirine bi encam bikin, serî hildan.

Ji dema Geziyê heya îro şert û mercên jiyana gelên Tirkiye û Kurdistanê her ku çû giran bû. Birçîtî, sefalet, bêkarî, rizîna li her qada jiyanê, zexta faşîst û teror her ku çû zêde bû. Girseyên kedkar di her hincetê de daketin kolanan. Di her derfetê de cesareta Geziyê nîşan dan. Nîşan dan ku şerê azadiyê naqede, wê neqede.

Di salên derbasbûyî de pirsgirêk zêde bûn, derd zêde bûn lê belê têkoşîn jî xurt bû. Îro em bi hêzeke hîn mezintir li ser piyan e.

Di Geziyê de bi milyonan bûn yek û darbeyeke mezin li desthilatdaran dan. Di demek nêz de me ev bi ser xistibû. Niha dema wê yekê ye ku em vê heya dawiyê bidomînin. Niha dema wê yekê ye ku em agirê Denîz, Mahir, Îbrahîm û Mazluman gur bikin û bi agirê şoreşa yekbûyî desthilatdaran û faşîzmê bişewitînin û tune bikin.

Divê em kapîtalîzm û faşîzmê têk bibin; azadiyê bi dest bixin. Em bang li hemû gelan dikin ku tevlî vî şerî bibin.

Em hevrêyên xwe yên li Geziyê bûne nemir, silav dikin. Li ber bîranîna wan bi rêzdarî soz didin. Em ê şerê şoreş û azadiyê bigihînin serketinê.

Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Berkîn Elvan, Mehmet Ayvalitaş, Abdullah Comert û Ahmet Atakan nemir in!”